Dîcle

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Çemê Dîcle
Hesenkêf.jpg
Dîcle di ber Heskîfê re diherike
Cih
Herêm Kurdistan, Mezopotamya
Dewlet Flag of Turkey.svg Tirkiye, Flag of Syria.svg Sûrî
Flag of Iraq.svg Îraq
Taybetî
Dirêjayî      1.900 km
Tejane 258.000 km2
Debî 1.500 m3/s
Robar
Milên wê Çemê Madenê
Çemê Bilqileynê
Çemê Batmanê
Çemê Botanê
Çemè Xabûrê
Zêyê Mezin
Zêyê Biçûk
Çemê Sîrwanê
Cihderk Çiyayên li başûr û başûrê rojhilatî Gola Hezarê
 - Bilindayî 1.150 m
 - Koordînat 38°28′59″Bk 39°25′01″Rh / 38.483°Bk 39.417°Rh / 38.483; 39.417 (Cihderk - Çemê Dîcle)
Dev Şetelereb
 - Cih Elqurne (Al-Qurnah)
 - Koordînat 31°00′18″Bk 47°26′28″Rh / 31.005°Bk 47.441°Rh / 31.005; 47.441 (Dev - Çemê Dîcle)
Nexşe
Tigr-euph.png
Çemên Dîcle (Tigris) û Firat
Çem û gola Deveyê şaxeke Dîcleyê ye. Ev bendav dikeve bakurê rojavayî bajarê Amedê.
Dîcle, di başûrî bajarê Amedê re diherike.
Dîcle di bin Pira Dehderî ya Amedê re dibore.
Robarê Dîcleyê û pira Cizîrê.
Dîcle di bajarê Mûsilê re diherike
Şetelereb nêzîkî bajarê Besreyê
(1860)

Dîcle, robarê Dîcleyê, çemê Dîcleyê yan jî Ava Mezin, robarekî mezin ê tejaneya Kendava Farsê ye û yek ji du çemên herî mezin ên Kurdistan, Mezopotamya û Rojhilata Navîn e. Dîcle li Bakurê Kurdistanê dest pê dike, di bajarên giring ên herêmê re dibore (wekî Amed, Cizîra Botan, Mûsil û Bexda) û li bajarê Elqurneyê ligel çemê din ê mezin Firatê dibe yek û li başûrê Îraqê, nêzîkî bajarên Besreyê (Îraq) û Abadanê (Îran), li bakurî Kuweytê digihe Kendava Farsê.

Nav û wateya Dîcleyê[biguherîne]

Di serdema kevn de ereban ji çemê Dîcleyê re Dîjla, faris û kurdan Tîgra, rûsan Tîr û yewnaniyan jî Tîgrîs gotine. Îro jî hemû ewropî ji çemê Dîcleyê re Tigris dibêjin. Koka gotinê yek e lêbelê her gelî li gor zimanê xwe bilêv kiriye. Gotina Dîcleyê xerabkirina Tîgra ye. Lêvkirina Dîcleya îroyîn nêzîkî bilêvkirina erebî ye. Wateya Tîgra "bi tîj û hêz diherike û mezin e"[çavkanî pêwîst e]. Ji xwe botî, cizîrî, mêrdînî û heta li hindek deverên Başûr hîn îro jî ji Dîcleyê re dibêjin Ava Mezin an Çemê Mezin.

Şaxên çemê Dîcleyê[biguherîne]

Çemê Madenê (Ava Reş)[biguherîne]

Du milên Dîcleyê hene. Serçaviya milek jê, çiyayên Master û Sarê ne ku nêzîkî gola Hezarê ne. Ev mil ber bi Madenê ve tê. Li wir navê wî êdî çemê Madenê ye. Ava Reş jî dibêjinê. Çemê Madenê ber bi Pîranê ve tê û di rojavayê Pîranê de ber bi başûr ve diherike.

Çemê Bilqileynê (Birqlênê)[biguherîne]

Milê Dîcleyê yê duyem jî, ji herêma Licê ji Bilqileynê derdikeve û ew jî ber bi rojavayê Hênê û rojhilatê Pîranê ve diherike. Herweha çemên Maden û Biriqleynê nêzîkî bajarê Eglê dibin yek.

Pişt re ava Deveyê/Çemê Pira Fûrtaxşê/Furkaşo[çavkanî pêwîst e] (Devegeçidi) tê ser. Dîcle îro di nav bajarê Amedê de, ber bi Bismilê ve çeng dide. Ava çemên Reş û Embarê tên ser. Piştre ava çemên Batman, Xerzan û Botanê tên ser û hîn xurtir û bi hêztir dibe. Di Heskîfê de, ber bi Cizîrê ve diçe û dadikive başûrê Kurdistanê. Ji Mûsilê şûn ve ava Zêyê Mezin û Zêyê Biçûk tên ser. Ji Zêyê Biçûk re Avaşîn jî dibêjin. Ji herêmen Lolan, Şemzînan û Geverê jî çemeke têrav tê ser Zêyê Biçûk ku jê re dibêjin Ava Heyatê. Ya herî dawî jî ji Zagros û herêma Îranê ava çemê Sîrwanê (çeme Diyalê) dikeve ser ava çemê Dîcleyê. Dîcle ji aliyê dirêjbûnê ve çemê Kurdistanê yê duyem e lê piştî ku derbasî Iraqê dibe ji aliyê debiya avê ve çemê Kurdistanê yê herî pirav û mezin e.

Dîcle ji serî heta dawî 1900 km dirêj e. Di di nav tixûbên Tirkiya îroyîn de dirêjiya Dîcleyê 523 km ye. Bi tevî, 600 km di nav axa Kurdistanê re derbas dibe. Li başûrê bajarê Bexdayê Dîcle û Firat dibin yek û êdî jê re dibêjin Yekava Ereb (Şetelereb).

Tejaneya Dîcleyê, 12% li nav tixûbên Tirkiyeyê (38.280 km²), 2% li Sûriyê (6.380 km²), 54% li Îraqê (172.260 km²) û 34% jî li Îran û welatên din e. Bi giştî qada avdaniya Dîcleyê 319.000 km² ye[çavkanî pêwîst e].

Dîcle di Tewratê de[biguherîne]

Di çîroka Tewratê de behsa afirandina Adem û bihuştê tê kirin û navê çar çeman derbas dibin. Navê yê sêyem Dîcle ye. Ka em li Tewratê binêrin:

“... Xwedê li rojhilat, li Êdenê bexçeyek çand û mirovê ku afirandibû li wir bi cih kir. Û Xudan Xwedê ji axê darên cûr bi cûr gihandin... Çemekî ku baxçe av dida ji Êdenê derdiket û li wir ji hev vediqetiya û dabeşî çar milan dibû. Navê pêşî Pîşon e; ew li nav hemû herêma Hewîla ku zêr lê heye, digere. Zêrê vê herêmê baş e... Navê çemê duyem Gîhon e; ew li nav hemû herêma Kûşê digere. Û navê çemê sêyem Dîcle ye; ew bi rojhilata Aşûrê ve diherike. Çemê çaran Firat e...” (Destpêkirin 2:8-14)[çavkanî pêwîst e]

Dîcle û mîtolojî[biguherîne]

Di derbarê çemê Dîcleyê de du mîtolojî hene.

Ya yekem: Tê gotin ku Xweda emir daye Pêxember Danyal û jê re gotiye ava ku ji şikefta Biriqleynê derdikeve, bi gopala xwe jê re xêzek bikşîne bila di wê xetê de biherike û here. Pêxember Danyal emir bi cih aniye û asaya xwe li serçaviya çemê ku ji şikefta Biriqleyê û heta Kendava Îranê diçe, dikşîne. Av di cûya gopalê de dikerike û dibe çemê Dîcleyê. Lêbelê ev xêz weha hatiye kişandin ku dema ava çem zêde û bilind bibe, ji bo ku zerarê nede xelkê xizan ên ku li der dora çem dijîn, av bikaribe ciyê xwe biguhêre. Loma çemê Dîclê tim ciyê xwe diguhere.

Ya duyem: Amedî bawer dikin ku ava Dîcleyê raste rast diçe bihuştê. Xweda û firîşteyên xwe li bihuştê ne. Li ser bingeha vê baweriyê jin û keçên amedî êvara cejna Qurbanê li ser kaxez daxwaz û gilînameyên xwe dinivîsin û diçin ser pira Dehderî. Dest bi duayan dikin û nameyên xwe yên amadekirî di pirê re davêjin jêr. Name bi avê re diçin bihuştê. Nameyên ku bi avê re bi rê dikin, di demeke nêzîk de digihên destê Xweda û daxwaz û dueyên wan qebûl bibin.

Dîcle û zebeş[biguherîne]

Dibêjin ku li cîhanê zebeşên herî mezin û çêjdar, li Amedê li ber çemê Dîcleyê tên çandin. Di meha nîsanê de ava Dîcleyê hêdî hêdî diçike, kêm dibe. Li kenar û keviyên çem qûm û sîlik dimînin. Ev ax aluvyon e. Di navbera 15-30ê meha nîsanê de, êdî zebeşvanên amedî di nav wê aluvyona çem de dest bi kolana çalikên zebeşan dikin. Çalikên xwe 140-150 cm fireh û 40-60 cm jî kûr dikolin. Armanca kûrahiya çalikan a 40-60 cm ew e ku binê wê bigihe sewiya avê. Di navbera du çalikan de jî 50 cm mesafe dihêlin.

Borexane û qoxî[biguherîne]

Li gundên derdora çem ji bo kevokan ji kerpîçan xaniyên taybetî çêdikin. Ji van xaniyan re borexane dibêjin. Ji ber ku bi kurdî ji kevokên mezin re bore dibêjin, loma ji xaniyên wan re jî borexane dibêjin. Borexaneyên gundên Tirelo û Şerabiyê bi nav û deng in. Di her aliyên borexaneyan de, bi dehan qulik hene ku bore di wan qulan de diçin hundir û derdikevin der. Di hundirê wan borexaneyan de jî lîsên ango ciyên ku bore vedinişin text danîne. Kevok di wan borexaneyan de zîrç dikin. Ji zîrçên kevokan re jî qoxî dibêjin. Ev kevok bi taybetî ji bo qoxî tên xwedîkirin. Di her borexaneyek de salê di navbera 2-4 tonan de qoxî tê berhevkirin[çavkanî pêwîst e]. Di zamanê berê de ev qoxî bi tenê ne ji bo zebeşên ber çem dihatin kom kirin; herweha difrotin herêmên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî. Îro borexane hema hema nemane û qoxî jî weha kêm bûye ku êdî bi tenê têra zebeşên ber çemê Amedê nake.

Çandin û qoxîdana zebeşan[biguherîne]

Pêşî dendikên zebeşan li ciyekî din wek bexçe an li malê dikin nav axê û şîn dibin û dibin şitil. Şitlên zebeşan dibin di wan çalên (koncalên) amadekirî yên ber çem de, yek bi yek datînin. Roja diduyan qoxi dikin ber şitlan. Cara yekem ji bo her çalekê bi qasî du kîloyan koxî û axa ku li nav hev xistine û kirine wek xerc dikin çalê. Qoxî divê di bin çalê de bigihe avê. Qoxî di avê de zûtir dihele û şitlên zebeşan bi ava wê dimijin. Ji vê qoxiya cara pêşî re permist dibêjin. Ji bo qoxiyê bi permist davêjin nav koncalê.

Qoxiya cara duyem 10 roj piştî qoxiya cara yekem tê dayîn. Piştî 10 rojan ava ku gehiştibe koka şitilê divê çikiya be û dakeve jêr. Vê carê qûma der û dorê hêdî hêdî tê kolan, kok û rehên şitilê derdixin der. Qoxiya duyem carek din dikin ser reh û kokên şitilê. Armanc kok him av vexwin û him qoxi di nav avê de bikevin ser reh û kokan û carek din bi av û qoxî bimijin û adana xwe bigrin. Av çiqas biçike û berjêr dakeve kok û reh jî hewqas berjêr û kûr diçin.

Bi payîzê re êdî zebeş mezin dibin û digihên. Zebeşên Amedê yên ku li ber çemê Dîcleyê tên çandin yeka wê 50-60 kîlo ye. Xwedî di nav zebeşan de kepir çêdikin û bi roj û şev dibin wan kepiran de li zebeşên xwe dinêrin.

Dîcle û hatinûçûyîn û bazirganî[biguherîne]

Li ser çemê Dîcleyê dîroka komunîkasyon û bazirganiyê gelek kevn e. Heta serdema sumeran diçe. Li gor arkeolog û lêkolînêran di dema sumeriyan de, li ser Dîcle û Firatê kelek û qeyîk çêkirine û bi riya avê di nav bajaran de kûtal (mal) û tiştînan birine û anîne. Di navbera bajarên Kîş, Lagaş, Nîpûr, Aşxur de riya avê bi kar anîne. Di serdema asûriyan de jî, di navbera Amed, Nînova û bajarên din de li ser Dîclê hatinûçûyîn û bazirganî hebûye. Hîn îro jî li Başûrê Kurdistanê li qeraxê Dîcleyê xerabeyên bajarên qedîm Nînova û Nemrûdê hene. Di vê mijarê de di dîroka Heskîfê de nivîseke gelek balkêş heye û beşek ji nivîsê weha ye: “Ji dûr ve li ser avê qeretûnên reş xuya kirin. Dema nêzîk bûn ku qefleya kelekan e. Gelek kelek li pey hev dihatin. Ji Diyarbekir derketibûn ser avê, mirov nizanibû ka ev çend roj in ku li ser hatine û niha gehiştine Heskîfê. 52 ta (çewal) genim û ceh li kelekan bar kirine. Dê bibin Mûsilê û ji wir jî bibin Besreyê. Sal 1726 an jî 1727 e. Osmanî bi xanedayên sefewî yên Îranê re di şer de ye. Ji eskerên herêmê re, bi vê riya avê alîkariya zexîre dişênin. Wîlayeta Diyarabekirê ji bo wîlayeta Besreyê embara zexîre ye. Û pêdiviyên herêma Besreyê bi vê riya Dîcle re tên temînkirin. Haziriya rê gelek dem digire. Pêşî meşkên kelekan sîpariş dikin. Kelekvanî ji demeke zû ve li vê herêmê tê kirin. Ji bo ku rêwitî ber bi çûyîna avê ve ye, palkêş zêde zehmetî nabînin. Bi tenê dema herikîna îstîkameta çem tê guhertin û dema di bin pireyan de derbas dibin, palkêş divê hemû hêz û hunerên xwe bi kar bînin. Di Heskîfê re gelek kelekvan derbas dibin. Carnan ji Heskîfê jî kelekên zexîre beşdarî karwanê van kelekan dibin. Helbet ev tiştên ku bi kelekan dibin bi tenê ne zexîre ne. Carek ji bo ku li Bexdayê di îmaretxanên barûtê de bi kar bînin 200 kelek bi darên hevirsan bar kiribûn. Ji bo çêkirina qalibê topan ax, hesin, têl û qele ji Diyarbekir bar dikirin û dibirin Basrayê. Herweha dîsa ji Heskîfê jî çend kelek beşdarî wan bûn...”

Niha jî li ser Dîcle ji Yekava Ereb heta nêzîkî Bexdayê keştiyên mezin û ji wir jî heta Mûsilê keştiyên biçûk li ser Dîcleyê diçin û tên. Heta 30-40 berîha ji der dora Pîranê êzing û bar li kelekan dikirin û li ser siwar dibûn çend kesan bi daran kelekê birêve dibirin. Gelek meşk dinepixandin, dar li ser wan girê didan û piştre bi tonan êzing û daran li ser wan kelekan dikirin û ber dida ser avê û danîn Amedê. Piştre ku tekelên erebeyan derketin vê carê di şûna meşkan de tekerlek bi kar anîn. Gelek tekerleken traktor û kamyonan ên kevn bi hev ve girêdidan, bar li wan dikirin û berdida ser avê.

Dîcle û avedanî[biguherîne]

Bi taybetî li Mezopotamya jêrîn avên Zêyê Mezin û Biçûk û Diyalê digre û sewiya debiya ava Dîclê zêde dibe. Yek jî Dîcle di herêmeke serberjêr de diherike; ava wê bi hêz e. Bi taybetî di mehên zivistan û biharan de Dîcle har dibe, ji ciyê xwe derdikeve û zerarê dide herêmên der dora xwe. Ango Guhdariya Danyal nake. Loma hîn ji serdema Sumeriyan ve jê re li çareseriyê geriya ne. Sumeriyan 3.000 sal berî Mîladê li pêş çemê Dîcleyê bend çêkirine. Li gor dîtin û agahdariyên arkeologan di wê serdemê de du wezîfeyê wan bendavan hebûne. Di demsalên zivistan, bihar û payîzan de ji bo ku pêş li rabûna avê û laserê (lehiyê) bigrin bend û dîwarên bilind û mezin çêkirine. Havînan jî zevî û bexçeyên xwe av dane.

Dîcle û bendav[biguherîne]

Bendava Kutê[biguherîne]

Bendava Kutê (2003), Îraq

Wek zemanê berê niha jî ji ber lehiya Dîcleyê, li Îraqê cara yekem di sala 1939an de bendava Kut, di sala 1958an de bendava Samarra û di sala 1961ê de jî bendava Dokanê çêkirin. Bi van bendavan him pêş li Laser û zerarê girtin û him jî bi wan bendavan avadaniye kirin. Êdî kêm be jî pêş li harbûn û dînîtiya Dîcleyê girtine.

Bendavên Keyna Qralî û Royê Vêrdanî[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Bendava Keyna Qralî

Li Bakur jî di projeya GAPê de biryara şêş bendavan hatibû dayin ku li ser çemê Dîcleyê werin çêkirin. Him jê enerjî bi dest bixin û him jî avdaniyê bikin. Heta niha li herî jor nêzîkî serçaviya Dîcleyê li rojava û rojhilatê bajarê Pîranê du bendav li ser Dîcleyê hatine çêkirin. Bendava ku li rojavayê Pîranê ye û li ser çemê ku ji herêma Madenê tê bi navê bendava Keça Qral bi zazakî navê wê yê orjînal Keyna Qralî ye û ya li rojhilatê Pîranê ku li pêş ava çemê Biriqleynê tê çêkirine, navê wê jî bendava Royê Vêrdanî ye. Tirkan navê Dîcleyê li vê bendavê kirine û ji ya Keyna Qiralî re jî dibêjin Kral Kizi Baraji.

Bendava Deveyê (Fûrtaxşê, Furkaşo)[biguherîne]

Bendava sêyem li nêzîkê şaroçka Egilê bi navê Furkaşo (Devegeçidi) hatiye çêkirin.

Bendava Batmanê[biguherîne]

Ya çaran li ser çemê Batmanê hatiye avakirin û navê wê jî Bendava Batmanê ye.

Bendava Germavê[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Bendava Germavê

Niha jî li Heskîfê nêzîkî Kerboranê dest bi çêkirina bendava Germavê (Ilısu) kirine. Bendava Germavê 1820 metre dirêj û 135 metre jî bilind e. Kapasîteya wê 1.200 megawat e û di saetek de 3,8 milyar kilowatt enerjî dê biafirîne. Bi temamkirina bendava Germavê re bajarê Heskîfê yê dîrokî, 52 gund û 15 nehye dê binav bibin. Çanda Kurdan û ya herêmê ya 10 hezar salan noqav dibe.

Bendava Cizîrê[biguherîne]

Piştî temamkirina Bendava Germavê vê carê dê dest bi çêkirina bendava Cizîrê bikin. Bendava Cizîrê di navbera sêgoşeyê Bakur, Başûrê Mezin û Başûrê Biçûk de ye. Dê bendava Cizîrê di salê de 1.208 mîlyar kwh enerjî bide û 66225 hektar arazî were avdan.

Dîcle û masî[biguherîne]

Masîvanên çemê Dîcleyê

Di demên berê de, di çemê Dîcleyê de gelek cureyên masiyan hebûn. Piştre her ku ava Dîcleyê hat qirêjkirin û bi dînamîtan masî hatin kuştin, gelek cureyên wan qediyan an jî kêm bûn ku mirov îro nikare bibîne. Hezar mixabin ku heta niha kesî li ser cureyên masiyên ku di Dîcleyê de hebûn û hene lêkolîneke zanyarî nekiriye û encamê nenivîsiye. Mirov hewl da ku li ser cureyên masî yên ku di çemê Dîcleyê de hene lêkolînekê bike, lêkolîner bi rojan lê gerî, lê kola bi daxewe meriv encameke baş bi dest nexist.

Cureyên masî di avên Dîcleyê de[biguherîne]

Lê dîsa jî mirov çend cureyên masiyên Dîcleyê dîtin û tespît kirin. Yên ku lêkolîneran dîtin ev in:

Masiya çemê Dîcleyê ya herî bi navûdeng şapûd (Tor grypus) e. Şapûd 25-50 cm dirêj e. Yeka din masiya zîvîn an masîzîv (Chalcalburnus mosullensis) e û bi tenê di çemên Dîcle û Feradê de hene. Lêkolînerekî ewropî di sala 1843an de masiya zîvîn tespît kiriye û yek bi yek hejmartine[çavkanî pêwîst e]. Masiya Mezopotamyayê (Silurus triostegus) jî bi tenê di çemên Dîcle û Firadê de hene. Loma vî navî lêkirine. Masiya Mezopotamyayê li çenika wê jêrin du û li ya jorîn jî du perên dirêj hene. Ji masiyên Dîcleyê yek jî masiya sabûr e. Masiyeke bi dasî ye. Kurd û îranî vê masiyê ji bo xwarina Newrozê çêdikin. Mirwarî (Cyprinidae) jî di çemê Dîcleyê de curek masî ye. Pûlen wê ji bo ku wek mirwarî (încî) diçirise jê re dibêjin mirwarî. Niha di van salên dawî de cureyên masiya mirwarî di gola Wanê de jî hatine dîtin. Lêkolîner dibêjin ciyên çem tên ser ava golê li delava wan masiyên mirwarî hene. Mirwarî di navbera 15-24 cm de ye. Marmasî jî di çeme Dîcleyê de gelek in. Goştê marmasiyê him wek derman tê bi kar anîn û him jî tê xwarin. Goştê marmasiyan spî wek ê mirîşkê ye. Devmezin (Aspius vorax), ji bo ku çav biçûk û dev mezin e, jê re gotine masiya devmezin. Masiyeke çemên mezin e û ew bi xwe jî mezin e. Mezinên wan 12 kîlo ne û dikarin 20-25 sal bijîn.

Masiyên ava bendavan[biguherîne]

Li Bakur piştî çêkirina bendavan, dewletê tov û çêlikên masî yên çêkirî (sûnî) avêtin nav ava bendavan. Niha ji 20 cureyî bêtir masî di nav ava bendavên ku li ser çemê Dîclê hatine çêkirin de hene. Di nav cureyên masî yên çêkirî de cureya ku hejmara masiyên wê herî zêdene masîpank (Cyprius carpio) e. Bi îngilîzî common carp, bi tirkî jî navê aynali sazan lê kirine[çavkanî pêwîst e].

Çavkanî[biguherîne]