Dîroka siyasî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dîroka siyasî vegêran û şiroveya bûyerên siyasî, hizrûbîrên siyasî û rêberên siyasî ye. Bi awayekê edetî, dîroka siyasî li dorê netewe-welatan dihêt pêkanîn. Ew ji tayên dî yên dîrokê yên mîna dîroka civakî, dîroka aborî û dîroka leşkirî cida ye, lê nêzî wan e jî.

Bi giştî, dîroka siyasî li dorê netewe-welatan û bûyerên siyasî yên fermî ava dibit. Li goreyê Hegelî, dîroka siyasî baweriyeka bi welatî ye ko hêzeka exlaqî û mînevî (spritual) a der ji berjewendiyên maddî yên endamên wê li pişt e. Hegel pêve diçit û dibêjit ko welat kargêr û hokarê serekî yê guhartinên dîrokî ye. Ev nihêrîn hema bibêje bervajî nihêrîna dîroka civakî ye ko dibêjit hêza serekî ya li pişt guhartinên dîrokî jiyan û jiyar û kiryarên xelkê xwerû û asayî ne.