Dadaş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dadaş an Dedaş (ji farisî: derddaş tê wateya hevparê êşê, di azerî û tirkomanî de bi mecazî bira) ji rûnişvanên bajarê Erzîromê re tê gotin. Dadaş ne êl ne jî eşîr in, piraniya wan piştî komkujiya ermeniyan ji hêla bakûrê Erzîrom re hatine li vî bajarê akincîh bûne. Dadaş pir ji Kurdan diqarin, û li dijî kurdane, Di nava romiyan de peyva Dadaş bûye hemwate ji bo kesekî ji Erzîromê, ango Erzîromî. Dadaş niha bi piranî binavkirina ezirmiyên romîaxiv be jî, gelekî kurd jî xwe bi vî navî sernav dikin, bi taybetî rûniştvanên kurdên binkî yên Erzîromê.[1] Romiya Dadaşan ji zimanê fermî yê Tirkiyê behtir nêzîkê azeri ye û tê de gelekî jêgirtiyên kurdî û farisî hene. Berf, şûşê, tar, leçek, medek, zenne hwd. pêyvên esilîranî ne.[2]

Dadaş ji 1960an şûnde ve ji bo neteweperweriya xwe meşhûr in, ya ku bi destê dewletê li Erzîromê hatiye çandin. Herwiha êrîşên nîjadperestî ji aliyên Dadaşan ve li dijî kurdan ji 2000an vir de binavberî tên hole. Kêm zêde piştî her pêvçûna mezin a navbera gerîlayên PKKê û Artêşên Tirkiye vana êrîşe Mahalebaşiyê, taẍa kurdan a li navenda Ezirmê, dikin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Denise, Natali: The Kurds And the State: Evolving National Identity in Iraq, Turkey, And Iran. Syracuse University Press, 2005. r. 97
  2. ^ Olcay, S.: Erzurum agzi: Inceleme-derleme-sözlük. Ankara 1966