Dadgehên serxwebûnê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Birêveberên Dadgeha serxwebûnê ya Enqereyê; ji çepê ve: Kılıç Ali Bey, "Kel" Ali Bey, Necip Ali Bey, û Reşit Galip Bey

Dadgehên serxwebûnê (bi romî: İstiklal Mahkemeleri), dadgehên awarte yên dewleta Romê (Tirkiye) in ku di sala 11'ê rezbera 1920'an de hatine avakirin. Li dijî kurdan û mihalefetê hatine xebitandin. Gelek aliyên tarî yên van dadgehan hene, lewra herçendî nav dadgeh bin jî ev dadgehan bi fermanan dixebitîn.

Mustafa Kemal Atatürk û komara nû, kê bixwastan didan van dadgehan, darde dikirin. Gorî Uğur Mumcu[çavkanî pêwîst e] evana ne dadgeh bûn, saziyên li dijî mihalefetê dixebitîn bûn. Meclîsa tirkan di 29'ê avrêla 1920'an de bi navê Hıyanet-i Vataniye Kanunu (Zagona Îxaneta Welat) dertîne. Kê li dijî Atatürk û kirinên sazûmaniyê derbikeve, bi vê qanûnê dihat girtin û darizandina wan jî Dadgehên serxwebûnê dikir.

Pêvajoya dadgehan[biguherîne]

Pêvajoya yekem[biguherîne]

Ji xebatên van dadgehan ên di navbera 18'ê rezbera 1920'an heya 17'ê reşemiya 1921'ê re pêvajoya yekem dibêjin. İsmet İnönü fermana 14 dadgehan dide lê heft tên damezirandin. Bi damezirandina ya Amedê re hejmar dibe heşt. Cihên dadgeh ku lê tên danîn: Enqere, Eskişehir, Qonye, Isparta, Sêwas, Kastamonu, Pozantı û Amed.

Pêvajoya duyem[biguherîne]

Ji xebatên dadgehan ên di navbera 30'ê tîrmeha 1921'ê heya kewçêra 1923'yan re pêvajoya duyem dibêjin. Di vê pêvajoyê de gelek zanayên kurdan jî hatine darizandin. Bi taybetî zanayên kurd ên li bajarên tirkan dijîn.

Pêvajoya sêyem[biguherîne]

Ji xebatên 1923 heya 1927'an re dibêjin. Di 6'ê avrêla 1925'an de ji bo darizandina serhildêrên kurd, bi lez li Amedê Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê (Şark İstiklal Mahkemesi) tê damezirandin. Biryara îdama Şêx Seîd û pêşawayên din ên kurd, ev dadgeh dide.

Bi biryara van dadgehan bi fermî û gorî agahiyên dewletê, 2.000 kes hatine dardekirin. 3.919 kes bi cezayê îdamê hatine cezakirin. 40.000-60.000 kesan cezayên din girtine. Tê texmînkirin ku hejmara dardekiriyan û yên din gelek zêde ne, lewra heya niha destûra vekirina arşîvên van dadgehan nehatiye dayîn.

Çavkanî[biguherîne]