Danegeh

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Danegir hat beralîkirin)

Danegeh bêjeyeke komputergeriyê ye. Bi îngilîzî jê re database tê gotin.

Gelek bername û malper agahiyên xwe li ser danegehê vedişêrin. Mînak agahiyên endamên malperê di danegehê te tê hilanîn. Danegeh çawa hatibe çêkirin, bi wî rengî agahiyan hiltîne. Mînak mirov dikare danegehekê çêke ku nav, paşnav, jidayikbûn, roja endamiyê, navnîşana e-peyamê, navnîşana malê, hejmara telefonê û hîn gelek agahiyên din ên endamê malperê hilîne. Kesek dema dixwaze bibe endamê malperê zeviyek derkive pêşberî wî/wê û ew dadigire. Di wê formê de ev agahî hemû tên pirsîn. Malpersaz dikare van pirsan zêdetir an jî kêmtir bike.

Mînakeke din jî Bernameyên Ferhengan e. Her bernameyeke ferhengê di bingeha xwe de danegehekê bi kar tîne. Di wê danegehê de hemû gotinên bi wan zimanan hatine rêzkirin, wateyê wan li beramberî wan hatine nivîsîn. Dema bikarhêner agahiyekê dixwaze, bername wê agahiyê ji danegeha xwe dixwaze û derdixe pêşberî bikarhêner.

Bi kinasî mirov dikare ji danegehê re bêje Mala Daneyan an jî Mala Agahiyan.

Çêkirina Danegehên Malperan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malperên bi HTML hatibin avakirin ne çalak in. Ji ber vê yekê jî nikarin danegehê bi kar bînin. Lê heke bi PHP hatibin nivîsandin mirov dikare danegehekê jê re çêke. Her wisa mirov dikare kodên PHP di nav HTML'ê de binixumîne û dîsa danegehekê jê re çêke.