Danezana ji bo rakirina şideta li dijî jinan (1993)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Danezana ji bo rakirina şideta li dijî jinan, di sala 1993an de di civîna Neteweyên Yekbûyî'yê ya giştî de qebûl bû. Ji ber ku di Peymana Jinan de şideta li dijî jinan bi awayekî zelal cîh nagire, ev danezan weke reaksîyoneke li dijî wê derket ortê. Di 1991ê de di civîna komîsyona jinan de biryar hat dayin ku pirsa şideta li dijî jinan diviya bi awayekî baş bihataya minaqeşekirin. Armanca vê yekê amadekirina danezaneke YNyê ya li dijî şidetê bû. Ev danezan di 1993yan de di civîna YNyê ya giştî de qebûl bû.

Danezan, çi di nav malbatê de, çi di civakê de peyda bibe, çi ji malbatê dewletê ve bê kirin, an jî qebûlkirin, şideta li dijî jinan a fîzîkî, cinsî û psîkolojîk gunehbar dike. Ji dewletên endam dixwaze, da ku ew şideta li dijî jinan mehkûm bikin û ji bo ku xwe ji berpirsîyariya şidetê bidin alî, adet, tradîsyon û dînî mîna çavkaniyan nîşan nedin.

Çar bendên biryara vê danezanê hene[biguherîne]

Bend 1[biguherîne]

Di vê danezanê de, mebest bi peyiva ”şideta li dijî jinan” her şidetbikaranîna ji ber zayendê ya ku ji bo jinan encama zerara fîzîkî, cinsî û psîkolojîk, an jî êşeke bi vî rengî ya bigef dide, an jî dibe ku bide, zoremilî, an azadîjêstendina bi kêfî ya çi şexsî be, çi jî resmî.

Bend 2[biguherîne]

Divê bê zanîn ku di şideta li dijî jinan de, xalên li jêrê hene, lê ew bi wan ve ne sînorkirî ye:

  1. Şideta fîzîkî, seksî û psîkolojîk ku di nav malbatê de pêk tê, lêxistin, di malê de bikaranîna keçên temenpiçûk a ji bo seksê, şideta ku bi cihêzê ve girêdayî, tecawiza di zewacê de, sinetkirina jinan û urf û adetên ji bo jinan zerardar in, şideta ku ji aliyê yekî ku ji derveyî mêrê jinê tê kirin û şideta ji ber îstîfadekirinê,
  2. Tecawiz, bikaranîna seksî, nearamkirina seksî û gefên di kar de, li dezgehên perwerdekirinê û li cîhên din, kirînûfirotina jinan û qehpetiya bizorê jî tê de şideta fîzîkî, seksî û psîkolojîk ku di civakê de dibe,
  3. Li ku pêk tê, bila pêk bê, şideta fîzîkî, seksî û psîkolojîk a ku ji aliyê dewletê ve hatiye kirin, an jî tolerans hatiye nîşandan.

Bend 3[biguherîne]

Mafê jinan heye ku bi awayekî wekhev ji hemû mafên mirovan û azadiyên bingehî yên di warê sîyasî, aborî, civakî, çandî û hevwelatiyê de, an jî di warekî din de sûdê werbigirin û ji aliyê wan ve bêne paraztin.

  1. Mafê jîyanê
  2. Mafê wekheviyê
  3. Mafê azadiyê û ewleyiya kesî
  4. Mafê paraztina qanûnî ya wekhev
  5. Mafê ku marûzî tu awayên dîskrîmînasyonê nebûnê
  6. Mafê tendiristiya fîzîkî û gîyanî ya standarda herî bilind a gîhiştbar
  7. Mafê ji bo edalet û şertên kar ên misaîd
  8. Mafê marûzî şikenceyê, kirineke zalim, nemirovî, an kêmxistinê, an jî cezekirinê nebûnê.

Bend 4[biguherîne]

Divê dewlet şideta li dijî jinan mehkûm bikin û ji bo ku berpirsîyariyên xwe yên di warê rakirina wê de bi cîh naîne, adet, tradîsyon, an jî rêzgirtina dînî sedem nîşan nedin. Dewlet divê bi hemû navgînên misaîd û bêyî biderengîketinê, sîyaseteke ku armanca wê nehiştina şideta li dijî jinan be, bi rê ve bibin û ji bo vê armancê divê

  1. Hizir bikin ku di wan rewşên ku wan hê ev nekiriye de, peymana nehiştina hemû awayên dîskrîmînasyona jinan qebûl bikin, an xwe pê ve girê bidin, an jî şerhên xwe yên li dijî vê peymanê rakin,
  2. Bi karê şideta li dijî jinan ranebin,
  3. Bi ragirtina rewa bixebitin, da ber li sûcên şideta li dijî jinan yên çi ji aliyê dewletê ve, çi jî ji aliyê şexsan ve bên kirin bigirin, li wan bikolin û li gora qanûnên navneteweyî wan ceze bikin,
  4. Ji bo sererastkirin û cezekirina nerewatiyên ku dibin sedemên ku jin marûzî şidetê bimîne, di qanûndanîna navneteweyî de, mieyîdeyên hiqûqa cezeyî, hevwelatî, hiqûqa kar û birêvebirinî amade bikin. Divê ji bo zerara li jinên ku dibin hedefa şidetê bûye, îmkanên mekanîzmayên hiqûqî bên amadekirin û li gora qanûndanîna navneteweyî, sererastkirineke adil û têrbaş pêk bê. Ji bo miracaeta sererastkirina bi rêya mekanîzmayên weha, divê dewlet di derheqê mafên jinan de agahdariyê bidin wan,
  5. Gava misaîd be, bi liberçavgirtina hevkariya rêxistinên nedewletî yên ku di pirsa şideta li dijî jinan de bi taybetî engajebûyî ne, ji bo pêşdebirina paraztina jinan a li dijî her awayê şidetê, li ser amadekirina îmkana planên xebata navneteweyî hizir bikin, an jî qaîdeyên bi vê armancê têxine planên heyî, ,
  6. Helwêstên pirhêl yên ku pêşî li şideta dijî jinan digire û hemû tedbîrên hiqûqî, sîyasî, birêvebirinî û xwezaya çandî yên ku paraztina jinan li hembera her awayê şidetê xurt dikin pêş de bibin û ewle bikin, da jin ji ber tetbîqatê, an jî midaxelenin din dîsa nebin qurban,
  7. Heta mimkin be, li ser bingehê îmkanên berdest û li gora pêwîstiyê, di çarçoveya hevkariya navneteweyî de ewle bikin, da jinên ku marûzî şidetê dibin û di rewşên misaîd de zarokên wan, îmkanên piştgiriya pisporkirî yên mîna rehabîlîtasyon, alîkariya lênerînê û xwedîkirina zarokan, tedawî, şêwirdarî, lênerîna tendiristiyê û îmtîyazên civakî, navgînên alîkariyê û program û herweha piştgiriya xwedîkirinê werbigirin û ji bo ewleyiya wan û rehabîlîtasyona wan a fîzîkî û psîkolojîk pêş de bibin, divê hemû tedbîrên minasib ên din bistîne.
  8. Ji butçeya dewletê pereyên têra wan dikin bidin çalakiya ku armanca wê rakirina şideta li dijî jinan e,
  9. Tedbîran werbigirin, da ku polîs û karmendên berpirsîyarên pêkanîna programa xebatê ya ji bo berlêgirtin, lêkolîn û cezekirina şideta li dijî jinan, perwerdeya ku wan li hembera pêwîstiya jinan hesas bikin bistîne,
  10. Di warê tedbîrên bikêrhatî de, bi taybetî di warê perwerdeyê de biryarê bidin, da sîstema reftariya jin û mêran a civakî û çandî bêne guherandin û pêşhikmî, tiştên dû re bûne tradîsyon û hemû urf û adetên din ên ku xwe dispêrin fikra ku zayendek ji zayendeke din kêmtir e, an baştir e û rolên ji bo jin û mêran ên pûçbûyî, nemîne,
  11. Lêkolînan pêş de bibin, agahdariyan bicivîne û îstatîstîkan bikin yek, bi taybetî yên li ser şideta li malê ku li ser berfirehbûna awayên şideta li dijî jinan ên cuda ne û lêkolînên li ser sedem, cins, cidîyet û encamên şideta li dijî jinan û bikêrhatîbûna tedbîrên ji bo rawestandin û sererastkirina şideta li dijî jinan hatiye wergirtin teşwîq bikin (ev îstatîstîk û encama van lêkolînan dê bêne eşkerekirin),
  12. Birayra tedbîrên ku hedefa wan nehiştina şideta li dijî jinên ku bi taybetî marûzî şidetê ne bidin,
  13. Agahdariya li ser şideta li dijî jinan û tedbîrên ji bo gava raporên xwe yên li gora lihevhatinên YNyê yên li ser mafên mirovan daîne, vê danezanê bi kar bîne,
  14. Amadekirina xetên minasib ên ku dikarin alîkariya bicîhanîna prensîpên ku di vê danezanê de tên pêşkêşkirin bikin, teşwîq bikin,
  15. Di warê şiyarbûna ji bo pirsa şideta jinan û kêmkirina wê de, rola tevgera jinan û ya rêxistinên nedewletî ya giring li tevahiya dinyayê qebûl bikin,
  16. Xebata tevgera jinan û ya rêxistinên nedewletî hêsan bikin û pêş de bibin û di sewîyeya deverî, neteweyî û herêmî de hevkariyê bi wan re bikin,
  17. Rêxistinan navdewletî yên herêmî ku ew endamên wê ne teşwîq bikin.

Çavkani[biguherîne]

http://www.elektra.nu/nordkurdiska/db/artiklar/dekl_%20om_kvinnovald.htm