Daniel Gabriel Fahrenheit

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
  1. BERALÎKIRIN Şablon:Gotara bêçavkanî

Daniel Gabriel Fahrenheit (z. 14'ê gulanê 1686 – m. 16'ê rezberê 1736) fizîknas û endazyarê Elmanî ko jibo danana pileyên têhnê, yên ko bi navê wî mane, navdar e.

Jînenîgar[biguherîne]

Daniel li roja 14ê Gulana sala 1686ê li bajarê Gdańsk (bi Elmanî: Danzig) ko bajarekê Prûsiya ya şahanî bû hat dinyayê. Malbata wan yek ji Hanseyiyan bûn ko bi koka xwe ji bajarê Hildsheimê ji Elmanyaya niha çû bûn wêderê. Daniel li Prûsyayê hat dinyayê, lê pirraniya jiyana xwe li Komara Holendayê bihurand.

Piştî ko daybabên wî bêdestî kivarkên jehrîn wxarin û li roja 14ê Tebaxa 1701ê mirin, wî li temenê 16 saliyê li bajarê Amsterdamê dest bi perwerandina xwe mîna bazirganekî kir. Lê meraqa wî jibo zanistên xweriskî zêdetir bû. Ew çû Berlînê û gelek bajarên dî û dest bi xwînina zanistan kir. Li dawiya temenê xwe ew li Amsterdamê bû desrdêrê kîmyayê.

Wî Bazirganiya şîşe û şîşealavan dikir û amîrên mîna pestpîv, berzîpîv û têhnpîvan çêdikirn.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)