Dara, Mêrdîn

(Ji Dara (Mêrdîn) hat beralîkirin)
Dara
Dara
Yek ji çar taxên Darayê
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn
Navçe Mêrdîn
Demografî
Gelhe (2008) 1209 [1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°10′41″Bk 40°57′15″Rh / 37.17806°Bk 40.95417°Rh / 37.17806; 40.95417
Bilindayî 560 m
Koda postayê 47000
Koda telefonê (+90) 482
Dara li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Dara
Dara
Dara (Bakurê Kurdistanê)
Map

Dara, Dare an jî Darê (bi yewnanî: Δάρας, lat. Dáras; di dema Bîzansê de navê wî Anastasiopolîs bûye û di salên 1950'yan de navê wî guhertine jê re gotine Oğuz, lê îro (2010) dîsa navê Dara lê kirin) 30 km li başûrê rojavayê Mêrdînê, li ser rêya Nisêbînê ye. Ev bajarê Mezopotamyayê ku di wexta xwe de bi nav û deng bû, çi mixabin ku ew niha bûye weke gundekî piçekî mezin.

Dara, ji aliyê hikumdarê persan Dariyûş III (Dara, Darius) ve hatiye ava kirin. Bajar heta çend sedsalên piştî zayînê carinan di bin hikumdariya Împeratoriya Romayê û car carinan jî di bin ya persan de maye. Di sedsalan 7'an de dikeve destên ereban û heta bi sedsala 15'an jî di bin desthilatiya hikumdarên herêmî de dimîne. Piştî sedsalan 15'an jî bajar dikeve destê osmaniyan.

Ji piran, serayan, sarîncan û avahiyên din û pereyên car carna di nav xirbeyan de tê dîtin, xuya dike ku Dara bajarekî dewlemend bûye. Cihê ku jê re dibêjin "Zindan" ji aliyê Dariyûş ve hatibû çêkirin[çavkanî hewce ye], heta îro jî li ser lingan maye. Bajar ji du qisman pêk tê.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Daraya antîk ku wekî Efesa Mezopotamyayê tê pejirandin ji aliyê qiralê persan Dariyûşê sêyem ve beriya mîladê di 570-530’an de wekî cihê bêhnvedanê tê avakirin[çavkanî hewce ye]. Tê gotin ku Dara demekê bûye paxtexta persan[çavkanî hewce ye]. Dara di dema Roma û Bîzansê de di navbera Mezopotamya û Anatoliyayê de bûye bajarekî stratejîk. Piştre ango piştî mîladê di navbera desthilatdariya Pers û Romayê de pir caran diçe û tê. Dîsa dikeve bin desthilatdariya sasanî, part û Tîgranên mezin. Di serdema 15’em de dikeve bin desthilatdariya osmaniyan.

Dara ji çar taxan pêk tê. Ev tax, taxa Haciyan, taxa Kelê, taxa Axê û taxa Fileha ne. Dema ku mirov van taxan ango li navenda Darayê digere şopên dîroka çar hezar salan dibîne[çavkanî hewce ye]. Piştî şerê Gaugamelayê (331'ê berî zayînê) ji aliyê Îskenderê Mezin ve li gorî bingeha xwe ji nû ve hatiye avakirin. Lê belê, şûnwarê bajarê kevnare yê ku îro li Darayê tê dîtin ji hêla împeratorê bîzansî Anastasius I (Anastasiusê yekem) ve (491-518'ê piştî zayînê) di sala 507'ê piştî zayînê de hatiye avakirin û navê Anastasiopolîs (anku, "Bajarê Anastasius") lê kiriye, bi dû re jî di sala 530’an de ji aliyê împeratorê Romayê Justinianus I (Justînianusê yekem) ve li gorî mîmariya helenîstîk ji nû ve hatiye avakirin. Bajarê ku ji aliyê persan ve hatiye çêkirin tê hilweşandin û kevirên wê ji bo bajarê nû dibin.

Bajarê eslî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dora wî bi bedenek 4 km hatiye pêçandin. Du deriyên vê bedenê hene ku yek jê li bakur dinêre û yek jî li başûr. Bedena bajêr ji hêla rojhilatê deriyê bakur ve dest pê dike û ji ber herêma Zellaceyê digihêje ser çem û piştî newala şikeftan jî dixe hundirê xwe, digêje topxaneyê. Li wê derê, li ber seraya Bertevîl bi deriyê başûr ve dibe yek. Bedena ku ji rojavayê deriyê başûr dest pê dike Mekbezeyê (Goristana kevin) dixe hundirê xwe. Dû re li herema Cirgana ji ser kevirê jêkirî derbas dibe û digihêje Haknî û di ber sarîncan derbas dibe. Piştî dorê li Ziyareta Yûnis û Keleya Hundir jî digre, xwe digihîne hinda mizgeftê û bi deriyê bakur re dibe yek. Di nav vê bedena ku ji 4 km dirêj de, hîna jî gelek xirbeyên kilîse, seray, mizgeft, sûk, xanî, pir û sarîncên ku li ser piyan mane henin.

Keleya hundir[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser girekî li bakurî bajêr û bilindahiya wî bi qasî 50 m ye hatiye avakirin. Lê belê îro ji esasê keleyê pêve tu tiştekî din nemane û li şûna avahiyên li ser gir, gundiyan ji xwe re xanî çêkirin in.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe
2008 1.209[1]
2000 2.802[2]
1990 1.402[2]
1985 1.232[2]

Wêneyin ji Darayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Daraya îroyîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Daraya dîrokî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b tuik, 2008[girêdan daimî miriye]
  2. ^ a b c Yerelnet, Oğuz, ji orîjînalê di 13 gulan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2010

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]