Delîriyûm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Delîriyûm tê wateya "nelirêbûna hiş". Delîrîûm nexweşiya zû ya psîkologîk a bingeh-organîk tê ravekirin. Heger di mejî û fonksiyonên mejî de yan di mekanîzmaya neurologîk de pirsgirêk, tûmor hwd derketibe di fonksiyonên hiş û hişarê de jî xwe dide der. Di bîrkan (hafize) a kurtdemî, dirêjdemî de problem, problemên oryantasyonê, di axavtinê e problem hwd xwe bi gelek awayan dide der.

Ji bo delîrîûm alkolîzm mînakeke baş e. Kesên ku alkolîk în bi salan şûnde ziyan li mejî û fonksiyonên neurologiya wan dikeve. Ev kesana tiştan zû jibîr dikin, di tevger û oryantasyona wan de problem hene û birêkûpêk nikarin biaxivin. Dem, cih, rewş tevlîhev bûye di jiyana wan de. Di rewşên nû yan awarte de nikarin biserbikevin an jî nizanin çawa tevbigerin.