Partiya Civaka Demokratîk
Ji Wîkîpediya
|
|
|
|---|---|
| Hevserokên partiyê | Ahmet Türk, Emîne Ayna |
| Damezrandin | 2005 |
| Damezrêner | Leyla Zana, Orhan Doğan, Hatip Dicle, Selîm Sadak |
| Îdeolojiya politîk | Sosyaldemokrat û kurdperwer |
| Bi kurtî | DTP |
| Malpera partiyê | http://www.dtp.org.tr/ |
Partiya Civaka Demokratîk (bi fermî: Demokratik Toplum Partisi ; kurt: DTP) partiyeke kurdan li bakurê Kurdistanê û Tirkiye ye.
Serî de wekî Tevgera Civaka Demokratîk (Demokratik Toplum Hareketi) xwe birêxistin kir. Ev partî rê û mîsyona HEP, DEP, HADEP, DEHAP'ê dişopîne û pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêka herî mezin û herî girîng a Tirkiyê dibîne û li çareseriya wê digere. Bo cara yekemîn pergala "heman serokatî"yê xistiye nava birêvebiriya partiyên Tirkiyê. Aysel Tuğluk û Ahmet Türk heman-serokên pêşîn in. Paşê Ahmet Türk û Nurettin Demirtaş serokatiya vê partiyê kirin. Piştî ku Nurettin Demirtaş hate girtin û jibo leşkeriya tirkan hate birê kirin, Ahmet Türk û Emîne Ayna serokatiya DTP'ê kirin. Paşê Emîne Ayna bi wekalet serokatiya DTP'ê û serokatiya grûba DTP-ê a parlamentoya Tirkiye kir. Di Kongreya partiyê ya duem de, ku di 20'ê tîrmehê 2008'a li Enqere hate lidarxistin, Ahmet Türk û Emîne Ayna bûn serokê DTP'ê.
Di hilbijartinên herêmî yên 29'ê Adara 2009'a de DTP hejmara şaredariyên xwe ji 56'a hilda 98'a û bi vê yekê serkeftî ji van hilbijartinan derket.

