Deniz Gezmiş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Deniz Gezmiş
Roja jidayikbûnê 27'ê reşemiya 1947
Ayaş, Enqere
Roja mirinê 6'ê gulana 1972
Enqere, Girtîgeha girtî ya navendî ya Enqereyê (Xeniqandin)
Hemwelatî Tirkiye
Eslê xwe Tirk

Denîz Gezmîş (z. 1947 − m. 1972), yek ji serokên herî girîng ên tevgera ciwanan ku piştî sala 1965'an û pê ve li Tirkiyeyê pêşkeft. Di heman demê de ew yek ji rêveber û sazumankarên Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiye THKO ye.

Di 24'ê reşemiya 1947'an li navçeya Ankara Ayaşê ji dayik bû. Ji ber ku ew zarokê malbatake mamoste bû, hîndekariya xwe ya seratayî û navîn li gelek bajaran, lîseyê jî li Stenbolê xwend. Deniz Gezmiş, dê û bavê ji ji Erzurumê bûn. Dayika wî ji navçeya Erzurumê Tortumê bû û Bavê jî ji navçeya Erzurumê Iliçaqê bû. Denîz, di sala 1966'an de kete Faqûlteya Huquqê ya Zanîngeha Stenbolê û hîn di salên Dibistana Amadehiyê de çepgiriyê nas dike û di wan salan de xwe di nav çalakiyên demê de dibîne.

Di sala 1965'an de bû endamê bajarê Üsküdarê yê TİP (Türkiye İşçi Partisi-Partiya Karkerên Tirkiyeyê)'ê. Cara pêşî di 31'ê Tebaxa 1966'an de di dema ku karkerên Şaredariya Çorumê ji Ankarayê dimeşin Stembolê û çelengeke reş datînin ber abîdeya Taksimê pişgtgiriya karkeran dike. Di dema xwepêşandana şermezarkirina rêveberên Türk-İş'ê de hate binçavkirin. Paşê di bûyerên 19'ê rêbendana 1967'an de tê girtin û tevî 2 hevalên xwe derdikevin dadgehê û serbest tên berdan. Pişre di gelek xebatên siyasî û damezirandina saziyan de cîh digire.

Di meha rezbara 1968'an de tevî hevalên xwe Cihan Alptekin, Mustafa İlker Gürkan, Mustafa Lütfi Kıyıcı, Cevat Ercişli, M. Mehdi Beşpınar, Selahattin Okur, Saim Kurul û Ömer Erim Süerkan Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger damezirand. Di 28'ê kewçêra 1968'an de di dema hatina sefîrê Amerîkayê de li balafirgeha Yeşilkoyê xwepêşandan hatin lidarxistin û Denîz Gezmiş ji ber vê xwepêşandanê hate girtin û piştî demekê serbest hate berdan.

Di zanîngeha Stembolê de bi girseya xwendekaran li hemberî hêzên rastgir derketin. Ev çalakiya wî wekî hincet hate nîşandan û di 19'ê adarê de dîsa hate girtin û heta 3'ê avrêlê di zîndanê de ma. Piştre di 31'ê gulana sala 1969'an de di çalakiyeke şermezariyê de ji xwendekarên fakûlteyê re serokatî kir. Di yek ji van çalakiyan de birîndar bû. Der heqê wî de biryara giyabî derket. Lê belê ew dîsa jî ji zîndanê reviya û di dawiya meha pûşperê de çû Filîstînê.

Heta meha rezberê li kampên gerîlla yên Filîstînê ma. Deniz Gezmiş, di gelek çalakiyên THKO'yê de cih girt. Di 4' adara 1971'ê de di çalakiya revandina Emerîkiyan de, piştî serbestberdana leşkeran li navçeya Sivas a bi navê Şarkişlayê li nehiya Gemerekê hate girtin. Di doza THKO'ê de ku di 16' tîrmeha sala 1971'ê de dest pê kir, ji ber binpêkirina xala 146'emîn a zagona Tirkan a Cezayê, di 9'ê rezbera sala 1971'ê de bi mirinê hate cezakirin û di 6' gulana sala 1972'an de tev Yusuf Aslan û Huseyîn Înan hate dardekirin.

Çavakanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]