Derwêşê Evdî

Ji Wîkîpediya

Derwêşê Evdî destaneke kurdî ye. Li gor ku ji dengbêj û lêkolînerên dîrokê tê zanîn, Derwêşê Evdî di sedsala 18'a de li herêma Wêranşarê jiyaye û Berxwedanek mezin li dijî dewleta Osmanî û eşîrên Ereban nîşan dayê. Wê demê Temir Paşayê Milî di sala 1780'a de dibê serokê eşîrên kurd ê Kîkan, Milan û Eşîrên êzîdiyan li Berîya Wêranşarê û Derwêşê Evdî jî ji bêr jîrekîya xwe dibê serleşkerê Temir Paşayê Milî. Di şerekî sala 1790'î di navbera eşîrên Temir Paşayê Milî û Osmanîyan û eşîrên Ereban de Derwêşê Evdî tê kujtin.

Wekîdin evîna Derwêşê Evdî, ku bi eslê xwe êzîdî bû û Edûlê kû bi eslê xwe misilman bû di nava civaka kurd de tê naskirin. Di nav kurdan de gelek Stran û Çîrok bi awayên cûda li ser Derwêşê Evdî hatine gotin.


Versiyoneke Derwêşê Evdî di Wîkîçavkanî de heye.

[biguherîne] Girêdanên derve