Deryaya Mermereyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Derya Marmara hat beralîkirin)
Deryaya Mermereyê

Deryaya Mermereyê (bi osmanî: مرمره‌, Mermere, bi tirkî: Marmara Denizi, bi yewnanî: Θάλασσα του Μαρμαρά, Thálassa tou Marmará, bi bulgarî: Мраморно море, Mramorno more), di demên kevnar da navê wê Deryaya Propontîs (bi yewnanî: Προποντίς, Propontís) bû. Ev derya dikevit navbera para Asyayî û para Ewropayî ya Tirkiyeyê û Deryaya Reş û Deryaya Egeyî bihevra digehînit. Tengava Bosforê anko Tengava Stembolê vê deryayê bi Deryaya Reş ve digehînit û bajarê Stembolê jî dikit du parên Ewropayî û Asyayî. Tengava Dardanêlê anko Tengava Çanakkale jî wê bi Deryaya Egeyî ra digehînit. Rûbera Deryaya Mermerê 11.350 km² ne.

Sûratî ya ava vê deryayê 22 par di hezar paran da ye. bi vî awayî ew piçekê ji Deryaya Reş sûrtir e. Lê sûrahiya wê 2 li ser 3 ya okyanûsê ye.

Du destekên gizirt anko giravan li deryayê hene: Gizirtên Mîr anko bi tirkî Kizil Adalar, û Gizirtên Mermerê ko bi madenên xwe yên berê Mermer ve pir navdar in. Navê deryayê j ji wan madenan hatiye. Gizirteka herî navdar ji gizirtên derayayê Girava Îmraliyê ye ko Abdullah Öcalan lê hatiye zindanîkirin (2009).

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]