Deryaya Egeyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Deryaya Egeyî ji ezman de.

Deryaya Egeyî, an jî bitenê Ege, di navbera komarên Tirkiye û Yewnanistanê de ye. Bi yewnaniya berê de η Αιγαίϊς, yewnaniyê îroj jî Αιγαío(ν) Egeo(n), bi tirkî jî Ege Denizi tê navkirin. Bi Tengava Çanakkale li Deryaya Marmara vediqete.

Nav[biguherîne]

Li ser navê Ege pir gotin hene. Li wan yek, şahekî Atîna bi navî Aigeus hatiye standîn. Aigeus paş zan kir ku zarokê xwe Theseus mir, xwe di ava deryayê de fetisand. Li paş wê şunda jî ew derya bi navê wî hat navkirin.

Yekê din jî wiha ye: paş şahbanûyeke Amazon li gundekî bi navê Aegae di deryayê de mir, hat navê gund dana deryayê.

Yek jî dibe ku wiha be: di yewnaniya antîk de di αἶγες (aiges) pêlan, derya bi pêlan de hat navkirin.

Dîrok[biguherîne]

Di dîrok de gelek dewletan li ser Deryaya Egeyî serwerî ajotin. Herî pêş de Yewnana Antîk, paşê Faris, Roma, Bîzans, Jenova, Venedîg, Împeratoriya Osmanî hatin zorandin. Îroj ê pir dest Yewnanistanê de ye jî, Tirkiyê jî li ser Egeyê navçe xwe nîşan kir.

Erdnîgarî[biguherîne]

Deryaya Egeyî 214 000 km² aqara xwe heye. Derê di Egeyê de herî kûr 3 543 m li rojhelata Krîtê ye. Di Deryaya Egeyî de gelek girav hene. Navê arxîpel di gelek zimanan de ji bo komgirava tê bikaranin, cara pêşin ji bo giravên Ege de hat bikaranin. Li wan giravan pirekê êtûnî (volqanî) ne. Hin giravên herî mezin ew in: Xiyos, Rodos û Krît. Du giravên mezin yên Tirkiyeyê di Egeyê de hene: Bozcaada (bi yewnanî, Tenedos) û Gökçeada (bi yewnanî, Imvros).

Girêdana Web[biguherîne]