Destûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Destûrên Hamurabî, li muzexaneya Louvre ya Parîsê (Fransa).

Destûr, li welatekî weke xalên rêveberbirinê ên desthilatdariyê ne. Her welatek li gor şert û merc û pêşketina xwe xwediyê destûreka ku jê re tê gotin destûra bingehîn e. Destûrên Hamurabî û mana heta roja me jî, weke destûra pêşî ya mirovatiyê tê zanîn. Hundurê wê bi koladarî bû. Tê zanîn ku destûra pêşî li Mesopotamya ji aliyê keyê Babilî Hamurabî ve hatiye nivîsandin. Destûr, ji temen ve ji sê aliyan pêk tê. Aliyê pêşî aliyê erkî ê îdarî ya yê ku bi vê re dibê ye; aliyê duyem aliyê zagonî ye; aliyê sêyem, aliyê destûrî ya îdarî ya paya bilind e.

Li Kurdistanê, dihê zanîn ku di dema mîtanî, hûrî, gûtî, Medya, şadadî, merwanî û hwd de destûrî bi awayna cuda hatiye nivîsandin. Herî Dawiyê, ku weke destûra wê tê zanîn Komara Kurdistanê ya Mehabadê dema avabûnê, metneke xwe ya destûrî amedekiribû û bi wê re bi rê re li gor wê bi vê re birin dibû. Di deme dawiyê Başûrê Kurdistanê, çend ku hê destûreka wê ya bi serê xwe nîn a jî, nîqaşên çêkirina û temen afirandina Destûra bingehîn a kurd dihên kirin[çavkanî hewce ye]. Saziyên wê yên destûrî, weke dadgeh, rêveberîya erkî ya destûrî, wezerete dadî û hwd jî ava na û hene.

Korta dîroka pêşketina destûrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka destûran, ji dema sumeriyan, dest pê dike. Di dema sumeriyan de, her "bajarwelatek" xwediyê destûrek û an jî xalna qanûnî ku ji cihê tên bi karhanîn e. Bi vê re, pergala xwe ava kirina. Piştî wan re, her şaristanên ku hatina, destûr li gor awayê pêşketina xwe çêkirina. Di deme Girekê de ku weke deme felsefê û hizir tê zanîn, di wê demê de destûr bi awayekî weke yên roja me hatina nivşsandin. Tê gotin, ku destpêka destûrên demokratik li wir dest pê kirîya. di destûra hatî nivîsand ên wê demê de, mafê "demos" ku tê wate xalkê û "kirîtos" ku tê wate rêveberîyê, têde bi hev re hatiya rastkirin. Rêveberî, wê çawa bi xalkê re bijî û li xalkê guhdar bike, ew hatiya ser ziman. Di salên piştre de wê ev şeklên pêşketinê bi dom in. Heta ku serdem tê sedsale 18'an, êdî serdemeke ku tê gotin hemdem û zanîn û ragihandin tê de pirr li pêş a derdikeve û pêş dikeve.

Di destûr û pêşketina wê de serdemên hemdem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelek cûyerên destûran hene. Ji cûreyê monarşît, heta ku digihijê yê demokratîk, hene. Ya ku wê şeklîbûna wan dide kifşkirin jî, şeklê nivîsandina wê û nêzîkatiya wê ya ji xalkê û li mafê xalkê ya.

Cûreyên destûran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Destûrên monarşît[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Destûrên Monarşît, destûrên ku li ser temenê rêveberî û desthilatdariya key û keytiyê ava na.

Destûrên demokratîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Destûrên demokratik, di roja me de, bûna. Destpêka pêşketina sadsale 18. û 19. bûya. Di roja me de, êdî bi wê re pêşdikevin. Têde mafê mirovan berî her tiştî pêşî li berçav digirê. Mafê, perwerdeê, pêşketin û xwe hanîna li ser ziman, ragihandin û hildanê, rêwîtî û hwd, têde bi mafê hemwelatiyê re tên misogerkirin.

Destûrên nîjadperest[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Destûrên nîjadparast, destûrên ku mafê komaka etnikî li ser mafê hemû kesên din re digirê û wê derdixe li pêş û diparezê ya. Minaq, li tirkî li gor destûra wê, tenê mafê bi zimanê tirkî perwerde heya. Mafê ti kesekî din bi nav û keseyet û koka xwe ya etnikî nîn a. Ev, destûra vê di parezê û bi bingeh dike jî, destûraka nîjadprarast a. Di her sê xalên wî yê pêşî de, dibêje ku " di nav sînorê tirkî de herkes tirk a" û ku ne tirk jî bê, wê bê tirk. Ev nêzîkatiya destûrî, di salên 1933´an de li almanya di deme Nazîyan de hebû û bi wê têgihiştinê bi milyonan ji xalkên din kuştin û ji dîrokê birin.

Destûrên etnikî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Destûrên ku li ser nav û mafê komaka civatî ava na û wê diparezên in. Ji bilî wê, ti mafî û azadiya ti komên din ên civatî, nakê nava xwe de. Li dijî wan derdikeve. Weke ku li tirkî, nahaka isrer dike ku dibêje wê mafê ti kesekî bi navê wan di destûrê de cih negirê. Çend ku bahse çeêkirina destûreke nû jî dikin, û çend ku wê destûreke nû were çêkirin jî, wê newê hiştin ku jii bilî tirkî û navê tirkî pêde, ti navên xalkên ên û mafê wan têde cih bigirê. Bi vê yekê re, çendî ku guharîna çêdike jî, li dora têgihiştinaka estnikî çêdike. Jê nabuhurê.

Destûrên olî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Destûrên olî ku î ro jê re li gor olî "şerîet" jî tê gotin heya. Pergala destûrî ya olî, bi wê tê zanîn û ser ziman. Lê her bawerî û felsefe, mirov karê bêje ku têde têgihiştineka destûrî heya. Çawa nêzîkatiyê li mirov û jîyane mirov û pêşketinê dike û çendî bi destûr e û bi sînor e, bi wê re dide der li berçav.

Destûrên felsefik û hizrî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Minaq, weke ku di hizir û felesfe Zerdest de heya, ku bi kurdî "dualî" û an jî "dûalîtî" ya. Ev dualîtî, bûya herîkînaka felsefik ku î ro di bingihên pirraniya felsefeyan cih girtiya û ji ber vê tê gotin jê re êdî "Dûalîsm". Dualîsm, bi minaqa du heyîn û rengên dijî hevdû bi wan re tê ser ziman. Minaq, şev û roj, jîyan mirin. Jin û mêr û hwd.

Di sadsale me de destûr û mafê mirovan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sadsale me de, destûr û maf bi hev re tên ser ziman. Lê têgihiştina netewî ya ku heya, car bi car bi vê yekê re dikeve nakokîyê de. Lê di roja me de, çend ku ewqas pêşketin bûna jî, hê jî, hemû gel ne xwediyê û azadiyê na. Ji ber nêzîkatiyên dewletên serdest ên serdest, nikarin azad bibin û mafê xwe yê destûrî bi kar bênin. Bi vê yekê re, êdî ji ber ku xwe nav afirênin ji dîrokê diçin. Di sadsale me de, li gor lêkolînên Unesco, "bi dehan ziman ji ber ku nebûna zimanê perwerde ji dîrokê çûna û hê jî, bi dehan ziman li ber çûna ji dîrokê na" di ancama wê nêzîkatiyê de.

Destûra Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]