Romûlûs û Remûs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dêlegura kapîtolonî şîr dide herdu çêwî Romulus û Remus .
Romulus û Remus, li gorî wênesaz Peter Paul Rubens

Romûlûs û Remûs, damezrînerên efsaneyî ên bajarê Romayê, paytexta Romaya Kevnare û ya Îtaliya îroyîn in. Bavê wan Mars, xwedawendê şer bûye, û diya wan jî Rhea Silvia an jî Îlia, yek ji bismilên kinaçe bûye. Rhea Silvia keça Numitor keyayê Alba Longa bûye, evî dawîn ji alî birayê xwe î biçûk Amulius ve ji ser desthilatdariyê hate rûxandin, û bo keça wî Rhea Silvia tu zarokan di pêşerojê de çêneke û doza desthilatdariyê li apê xwe venekin, Amulius biraziya xwe dike kahîne. Piştî Rhea Silvia bi Mars re mar dibe, du zarokên wan çêdibin, lê ev yek endîşeyê dixe dilê Amulius û ditirse ku ev herdu zarok sibe hereşe li desthilatdariya wî bikin, lewre wan dixe qufekê (sepetekê) û davêje rûbarê Tiber.

Lê çarenûsa cêwî li gorî vîna Amulius naçe, ango ew di avê de nafetisin. Cêwî ji alî dêlegurekê ve tê xilas kirin, û ew gura cêwî çend rojan bi şîrê xwe li ber girê Palatine dimêjîne û ji dêw û hovan diparêze. Dêlegur çavdêriya herdu zarokan dike heya rojekê şivanekî bi navê Faustulus tûşî wan dibe û bi xwe re dibe mal. Jina şivanî Acca Larentia cêwî xwedî dike heya ew mezin dibin, piştî Romûlûs û Remûs digihînin, ew vedigerin ser warê bapîrê xwe Numitor û wî piştî rûxandina Amulius ji nûve vedigerînin ser desthilatdariyê.

Demek derbas dibe (dora 753 B.Z) herdu bira biryarê distînin ku bajarekî nû ava bikin. Lê ew li ser cihê bajêr li hev nakin û ji lewre pevdiçin, piştî pevçûnê, ew li hev dikin ku bajar li ser girê palatine bê avakirin. Romûlûs di despêkê de dîwarekî dadimezrîne, lê Remûs wek çawa dixwaze kelevajiya xwe bi dîwarê Romulus bike, dibeze û xwe di ser wî dîwarî re davêje. Ev yek bêhna Romulus teng dike û pêngava Remus wek kîmasiyê li xwe dihesbîne, lewre ew radibe û birayê xwe Remus dikuje. Pê kuştina Remus re, Romulus dibe serwerê tekane ê bajêr.

Romûlûs li ser girê Monte Capitoline sengerekê ava dike û ew senger dibe parêzxana benî û kuştarên ji dadweriyê reviyane, demek diçe, Romûlûs dixwaze kevaniyan ji wan kesên ku li cem wî bûbûn penbar re bîne, radibe êrîşekê dibe ser gelê Sabine (gelekî ku di Îtaliya navîn de dijiya û têkiliyên xwe ji nêzîk ve bi Romanan re hebûne) û jinên wan direvîne û dide wan kuştar û beniyan. Kiryara Romûlûs dibe sedema şerekî tund û dijwar di navbera wî û Sabinan de, lê li dawiyê herdu alî aşitiyê datînin, û Romûlûs dibe keyayê herdu gelan. Angorî efsanê Romûlûs hildikşe cem bavê xwe Mars û di civaka xwedawendan de dibe xwedawendê şer Quirinus.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]