Destnimêj
Destnimêj yek ji ferzên ola Îslam ê ye. Di pêş nimêjê yan jî xwendina Quran a Pîroz da bi avê tê girtin. Gava ku av neyê diyîn, mirov dikanî bi qûmê yan jî xaliyê jî destnimêj bigirî. Ji ber ku mirov çû huzûra Xwedê , divê mirov pir paqij be. Paqijiya cismê mirovan, rihetiya dilê mirovan e.
Wateya Destnimêj ê [biguherîne]
Hîkmetê destnimêjê ew e ku; mirov xwe ji bilî bûna hemû kar û xebatên dinê dûr bixine û xwe bi her awayê ji bona îbadetên ji Xwedê ra amade dike. Destnimêj girtin sembola paqijiya hemî cism û dilê mirovan e, ji çavreşî, hesûdî, fesadî û derewan e.
Destnimêj girtin, emrê Xwedê ye û di Quran a Pîroz da ayetên ji bona destnimêj girtinê hene. Destnimêj di sûra Maîde yê da di ayeta 6 an da derbaz dibe; " Gelî bawermendan, dema we xwest rabin Nimêj bikin, serçavên xwe û herdû milên xwe bi înişkan ve bişon û serê xwe mesih bikin û herdû lingên xwe bi gûzekan va jî" (Sûra Maîde 5/6)
Ferzên Destnimêj ê [biguherîne]
- (1) Rû (Heta bin çenê, ber ê û gûhan ) carek tê şûştîn.
- (2) Her dû dest heta enîşka bi carekî tê şûştîn.
- (3) Tûncik mesh kirin.
- (4) Lîngan, gûzek jî tev carek şûştîn.
Sûnnetên Destnimêj ê [biguherîne]
- (1) Dest pê kirina destnimêj ê de Êûzû Besmele tê anîn.
- (2) Nîyet kirin.
- (3) Destan heta hêz ê şûştîn.
- (4) Sê cara dev(mazmaza) û poz(îştînşak) re av hildandin.
- (5) Mîsvak bi kar anîn.
- (6) Bi şûştîna dest û lîngan de tilîyande dest pê kirin.
- (7) Goh, qirik û stû mesh kirin.
- (8) Porên ser berê jî mesh kirin.
|
|||||||||||||||||||||||||