Dilşa Demirbag Sten
Dilşa Demirbag Sten (bi fermî Dilsa Demirbag Sten) (* 10'ê kewçêrê 1969 li bakurê Kurdistanê) yek ji nivîskar û rojnamevanên swêdî ye ku bi eslê xwe kurd e. Di 6 saliya xwe de çûye Swêdê.
[biguherîne] Nîjadkujiya ermeniyan, kujeriya namûsê li cem kurdan
Mirov dikare bêje Stenê giraniya jiyana xwe daye bi fermî naskirina nîjadkujiya ermeniyan û kujeriyên namûsê di nava kurdan de. Xwe ji civaka kurd dûr digire, li ser jiyan û pirsgirêkên kurdan nanivîsîne. Bo kesekê li diyazporayê ev mînakeke gelek xerîb tê dîtin.
Ji Expressen, Östgöta Correspondenten, Göteborgs-Posten, Dagens Nyheter, Fokus û Axessê re dinivîsîne yan nivîsandiye. Herwiha di kanala TVê TV8 (Swêd)ê de jî xebatên wê hene. Têkiliyên wê bi gelek sazî û dezgeyên humanîst ên swêdî re hene. Di nava kurdên swêdî de kêm tê naskirin lewra pirranî wê ne kurd lê tirk dizanin. Li tanîngeha Stockholmê zanînên politîk xwendiye.
Marî bûye (zewiciye) û du zarokên wê hene.