Dilmaqan
Ji Wîkîpediya
| Dilmaqan Salmās |
|
Aramgehek li Salmasê |
|
| Nexşeya cihan Îran | |
| Kargêrî | |
|---|---|
| Welat | Rojhilatê Kurdistanê |
| Dûgel | |
| Parêzgeh | Azerbaycana Rojava |
| Demografî | |
| Gelhe | 79.560 kes (2006) |
| Erdnîgarî | |
| Bilindayî | 1.381 m |
| Koordînat | 38° 11′ 50″ Bakur 44° 45′ 55″ Rojhilat / 38.19722°Bk 44.76528°Rh |
Dilmaqan, Salmas an jî Dileman (bi farsî: Salmās an jî Shahpur) bajarekî li bakurê parêzgeha Azerbaycana Rojava ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Piraniya xelkê wî bajarî kurd in. Tê de acem û azerî jî hene.
Dilmaqan - Dileman nave eşîrekî kurdên Serhed û Dêrsimê ye. Mark Sykes û Otto Blau qala vê eşîrê dikin. Navê vê eşîrê li hinek herêman bûye wek Mamekan, li gorî Seyfî Cengîz mimkun e ku navenda Dêrsimê Mamekiye navê xwe ji eşîra mamekan girtibe. Îzady di pirtûka xwe de êla kurdên Dêrsimî weke Dileman bi nav kiriye.