Diranên mirov
Diran di devê mirov û caneweran erkeke gelek girîng dike û roleke pêwîst di laşê mirov dilîze û bedewîtiyek dide riwê mirov. Diran xwarinê baş hûrdike û qutdike. Diran şêwê riwê mirov xweş xuya dike û roleke mezin di kirdarê peyvîn û dengkirin dilîze. Bê dirên rewş û forma mirov gelek zor û nexweşe. Bê dirên mirov bi zehmetê dixwe û dipeyîve.
Diran gelek pûte dixwaze ji ber ku kulnebe xire nebe sax bime. Diran di devê mirovê mest de ji 28 ta 32 teve diranên mejî. Diran çar beşên xwe hene: ac, mîna, kakil û cebl. Diran ji tac û kok hevbend dibe (terkîb). Gelek demar û rehînên hûr hene ku bi wan mirov bi tîn û êş dihise. Diranên pêş û paş û jêr û jorin. Du cure ji diranan hene ya yekemîn diranên mastî (li ba zarokên ji 1-6 salî), û ya diwemîn diranên timhebî ku ji şeş salî bi diranderketin destêdike heta bîst û pênc salî ku diranên mejî derdikeve.Diran bi pidû yê sor dorahiya wê girtiye. Nexweşiyên diranan geleke wek kirmîbûn, kulbûna kakil, êşêngê diranan alarjiyê dirên û pir nexweşiyên din.
Zanista ku pirsgirêkên êş û nesaxiyên diranan çarene ji re bibîne û derman bike ew diransazî ye. Diransazî zanist û hunerke kevnare ku nexweşiyên dev û diranan lêkolîn dike bi riyê diransaz yan textorê diranan (D.D.S) ku derdorî 5-6 salan li zanistanê li fakulteyê diransazî dixwîne. Beşên vê zanistê gelekin wek: diransaziya zarokan, zanista nexweşiyên pidû, bijîşkiya devkî, dirankarî yan teknîkên dirançêkî, diranrastkirinsazî, dermankirina kakil, împlantojî yan dirançandinkarî û tendirustiya dev û diranan.
Ferhengok [biguherîne]
- erk (wezîv)
- pûte (ihtîmam)
- pidû (gingiva)
- kirmîbûn (bi Înglîzî, caries)
- kakil (pulp)
- diransaziya zarokan (pedodontics)
- zanista nexweşiyên pidû (peridontics)
- bijîşkiya devkî. (oral medicine, stomology)
- dirankarî yan teknîkên dirançêkî (dental prosthesis, dental technology)
- diranrastkirinsazî (orthodontics)
- dermankirina kakil (endodontics)
- tendirustiya dev û diranan (dental epidemiology, oral hygiene).