Dist

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dist ji cureyekê quşxaneyê re dibêjin. Navekê wê yê din jî qazan e. Ji sîtil, verok, beroş, qulpokê mezintir e. Ji wê mezintir nîne, tenê dikarin amanên kelandinê yên nûjen dikarin jê distê mezintir bin.

Navê amana kelandinê, navê vê firaqê yê giştî û hevpar quşxane ye. Di zimanê kurdî de gorî mezinî û kêrbariya xwe her yek ji wan navekê taybet girtiye. Ev jî bûye sedemê tevlîheviyan.

Cudatiya dist û qazanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirr nîne. Tenê heger çepilkên wê hebin û ne zêde mezin bin, ew dist in. Qazan jî dikarin bi çepilk bin lê qazan ne tenê ji bo amana kelandinê, ji yên ku bi armancên din tên bikaranîn re jî dibêjin.

Ango her qazan ne dist û her dist jî ne qazan e. Qazan hene 1 ton digirin, helbet ew bi çepilk bin jî, ne quşxane ne.

Cureyên quşxaneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]