Doğu Perinçek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Doğu Perinçek

Doğu Perinçek (*17'ê pûşperê 1942 li Dîlok) siyasetmedar û nivîskarekî tirk e. Serokê partiya İP'ê ye.

Li Enqereyê perwerdeya amadeyî û zanîngehê, beşa zanînên polîtîk dîtiye. Piştî cûntaya leşkerî ya 1961'î têkilî bi komên çepgîr û sosyalîstên Tirkiyê re datîne. Ji aliyê hemî koman ve wekî "sîxurê dewletê" tê binavkirin. Heya cûntaya 1980'î koma ku girêdayî Perinçek bû, rojnameyekê bi navê Aydınlık (ronahî) diweşandin û di vê rojnameyê de nav û navnîşanên aktîvîstên sosyalîst û çepgîr dihate aşkerakirin. Herçendî Perinçek bi xwe sîxuriya dewletê napejirîne jî hêj jî ji aliyê pirraniya ronakbîrên Tirkiyê ve wekî "ajan" tê binavkirin.

Têkiliyên Perinçek bi tevgerên Kurd re[biguherîne]

Perinçek di destpêka salên 90'î de ji nişka ve mafên Kurdan parast û di kovara xwe ya navdar a wê demê de agirbestên ku PKKê îlankirine bo çareseriya "pirsgirêka Kurd" girîng dît. Rojname û kovarên PKKê jî bersiv dan siyaseta Perinçek. Perinçek çû geliyê Bekaa ku wargeheke PKKê dihate zanîn, bi serokê PKKê Abdullah Öcalan re hevdîtin pêk anî. Vêhevdîtina xwe wekî pirtûk jî weşand. Di vê pirtûkê de behsa girîngiya çareserkirina pirsgirêka Kurd dihate zimên. Ji PKKê dihate xwestin ku çekên xwe dayne, bi riyên aştiyane têbikoşe. Piştî dîlketina serokê PKKê Abdullah Öcalan Perinçek dîsa wekî destpêkê ji nişka ve dest bi nerazîbûna xwe li dijî mafên Kurdan anî zimên û PKK wekî "terorîst" binavkir. Perinçek daxwazên Kurdan wekî "kiryarên emperyalîstan" dinirxîne û hişyariya gelê Tirk dike.

Navê wî di nava birêvebirên rêxistina veşarî ya artêşa Tirk Ergenekonê de derbas dibe û di zîndanê de ye. Perinçek xwedî nêrînên çepnasyonalîst, Tirkperest e.

Hin pirtûkên Perinçek[biguherîne]

  • Abdullah Öcalan ile Görüşme (Bi Abdullah Öcalan re hevdîtin)
  • Atatürk’ün Bugünkü Önemi (Girîngiya Atatürk a îro)
  • Bozkurt Efsaneleri ve Gerçek (Efsaneyên Gurên Boz û rastî)
  • Bir Devlet Operasyonu (Operasyonekî dewletê)