Don Kîşot

Ji Wîkîpediya

Don Kîxotê (bi Îngîlîzî Don Quixote, bi îspanyayî Don Quijote) bi koka xwe Don Quixote de la Mancha [Don Kîxotê dê la Mança] yê romaneka nivîskarê îspanyayî yê navdar Miguel de Cervantes Saavedrayî ye. Para pêşîna romanê li sala 1605'ê û para duyê li sala 1615'ê hat weşandin. Ew yek ji romanên herî pêşîn ji edebiyata nûdema Ewrûpayê ye. Bêguman mezintirîn û bandordartirîn roman di edebiyata îspanyayî da ye. Bêguman ew hinêreka mezin ya edebiyata cîhanê ye. Li sala 2002'ê Bingehê NorwêcîXelata Nobel rapirsîyek kir û têda eşkira bû ko romana herîhezkirî ya edebiyata nûdem e.

Roman serhata Alonso Quixano ye. Ew mêrek e ko gelek kitêb li ser mêrxasî û wêrekî ya siyarçakan xwîndine û li dawîyê bawer dike ko ew bi xwe jî siyarçakek e. Ew bi nîv-hişyar nîv-dîn, navê xwe dike Don Kîxotê dê la Mança. Ew ji bo nehêlana stemkarî û neyeksanîyê û bi navê hezkirî ya xwe Aldonsayê, an wekî ew binavdikit, Dulçînaya del Toboso'yê dest bi şerî dike.

Raman salixdana donkîxotî, bi merema wê ya îroyîn, aydîyalîstîk û nekiryarî ye.

Hevoka destpêkê ji kitêbê de cuyo nombre no quiero acordarme, anko "kesê ko ez naxwazim navê wî bibîrbînim" û gelek hevokên dî di zimanê îspanyayî da bûne kelîşeyên gelek berbelav. En un lugar de la Mancha, de cuyo nombre no quiero acordarme, no ha mucho tiempo que vivía un hidalgo de los de lanza en astillero, adarga antigua, rocín flaco y galgo corredor anko, "li cihekî li La Mançayê, kesê ko ez naxwazim navê wî bibîrbînim, ne demeka hind dûr maqûlekê wekî xwe hebû ko edetkiribû bi rimekê bikarnehatî, mertalekê kevin, tajîyekê bezê û hespekê lewazê pîr."