Çemê Dunayê
| Duna Danube, Dunaj, Dunav, Donau |
|
|
Duna di navbera tixûbên Macaristan û Slovakya de
|
|
| Cih | |
| Herêm | Ewropa |
|---|---|
| Dewlet | |
| Taybetî | |
| Dirêjayî | 2.860 km km |
| Tejane | 817.000 km2 |
| Debî | 6.500 m3/s |
| Robar | |
| Milên wê | Morava, Drava, Tisa, Sava, Olt, Siret, Prut |
| Cihderk | Almanya (ji Brege û Brigach) |
| - Cih | Donaueschingen |
| - Bilindayî | 678 m |
| - Koordînat | |
| Dev | Deryaya Reş |
| - Cih | Deltaya Duna (Romanya, Ûkrayna) |
| - Koordînat | |
| Nexşe | |
|
Hewzeya Çemê Duna
|
|
Çemê Dunayê piştî çemê Volga, li Ewropa çemê duyem mezin e. Ew weke rêava navneteweyî ye. Duna ji başûrê Almanya, herêma Daristana Reş (Schwarzwald), bi yekbûna çemên Breg û Brigach ên li navçeya Donaueschingenê destpê dike. Piştî vê navçeyê weke Duna tê binavkirin. Bi dirêjbûna 2860 kîlometre , di nava Ewropa re (Almanya (7.5%), Awistriya (10.3%), Slovakya (5.8%), Macaristan (11.7%), Kroatya (4.5%), Serbistan (10.3%), Bulgaristan (5.2%), Moldova (1.6%), Ûkrayna (3.8%) û Romanya (28.9%) ) ber bi Deryaya Reş ve diherike. Deltaya Dunayê ku berî Duna tevlî Deryaya Reş bibe, di navbera Romanya û Ûkrayna de pêk tê.
Hewzeya çemê Dunayê 817.000 çargoşe kîlometre ye û heta ku ji jêderka xwe ber bi Deryaya Reş ve diherike 120 robarên bi dirêjbûnên cuda tevlî Dunayê dibin. Ji van çeman yên dirêj ev in: Drava (707 km), Tisa (965 km), Sava (947 km), Morava (354 km), Olt (615 km), Siret (706 km) û Prut (953 km).
Naverok |
[biguherîne]
Navê Duna di çavkaniyên latînî de weke Danubius, Danuvius, Ister û di dema Yewnanistana kevnare de weke Ἴστρος (Istros) tê zanîn. Bi trakî peyva Donaris ji bo Dunaya jor û Istros ji bo Dunaya jêr dihate bikaranîn.[1]
Tê gotin ku peyva Dānuvius ji zimanên keltî an jî îranî tê. Di zimanên proto Hind û Ewropî de peyva dānu ji dêla robarê dihate bikaranîn. Mîna vê peyve gelek peyvên ji hev du (Don, Donets, Dnieper û Dniestr) ji bo robarê tên bikaranîn. Di zimanê gelê îranî, îskîtan, de *Dānu apara "rûbara paş" û *Dānu nazdya- "rûbara pêş" dihate bikaranîn.[2]
Navên vê robarê bi hinek zimanan li jêr in.
Bajarên Duna tê re derbas dibe [biguherîne]
- Almanya
- Donaueschingen li Baden-Württemberg – Brigach û Breg li wir dibine yek
- Tuttlingen li Baden-Württemberg
- Möhringen an der Donau in Baden-Württemberg
- Sigmaringen li Baden-Württemberg
- Riedlingen li Baden-Württemberg
- Munderkingen li Baden-Württemberg
- Ehingen li Baden-Württemberg
- Ulm li Baden-Württemberg
- Neu-Ulm li Bayern
- Günzburg li Bayern
- Donauwörth li Bayern
- Neuburg an der Donau li Bayern
- Ingolstadt li Bayern
- Kelheim li Bayern
- Regensburg li Bayern
- Straubing li Bayern
- Deggendorf li Bayern
- Passau li Bayern
- Awistriya
- Slovakya
- Bratislava – paytexta Slovakya
- Komárno
- Štúrovo
- Macaristan
- Győr
- Komárom
- Esztergom
- Visegrád
- Vác
- Szentendre
- Budapeşt – paytexta Macaristanê
- Százhalombatta
- Ráckeve
- Dunaújváros
- Paks
- Kalocsa
- Baja
- Mohaç
- Kroatya
- Serbistan
- Apatin
- Bačka Palanka
- Futog
- Veternik
- Novi Sad
- Sremski Karlovci
- Zemun
- Belgrad paytexta Serbistanê
- Pančevo
- Smederevo
- Veliko Gradište
- Golubac
- Donji Milanovac
- Kladovo
- Bulgaristan
- Moldova
- Ukrayna
- Romanya
Çavkanî [biguherîne]
Girêdanên derve [biguherîne]
- Wîkîpediya bi zimanê îngilîzî ya çemê Duna, 26/9/2011