EKG

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pêlên bingehîn ên di EKG'ê de

EKG an elektrokardiyogram navê grafîka ku bi elektrokardiyografiyê tê pîvandin e. Rewşa çalakiyên elektrîkê di masûlkeyên dil de nîşan dide.

Çalakiyên elektrîkê yên nizm bi alîkariya bilindkerekê li ser kaxêzê tê ranivîsandin. Bijîşk frekansên dilên normal û ragirtinê berhevdike û şîrove dike. EKG di tesbîtkirina gelek NDD (Nexweşiyên dil - demar) de pirr bikêr e.

Cureyên EKG'yê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Elektrokardiyograf cara pêşîn ji aliyê kesekî holandî bi navê Willem Birmick Einthoven ve di sala 1900'î de hatiye avakirin. Wê gavê ev alav nêzîkî 300 [kg]] bû. Niha gelek piçûk û sivik in û heya bigire nexweş dikare li ser xwe bigerîne.

EKG alaveke alîkar e lê ne hertişt e. Bi rêbazên din tesbîtkirina NDD'ê hêsan dikin. EKG pêlên elektrîkê yên ji girêka sînûsê berî bi masûlkeyên dil diherikin dipîve. Bi ser singê, mil û piyan ve sensorên elektrodê tê dayîn û bi alîkariya bilinkerê li ser kaxêzê tê raxistin.