Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîst
Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîst (Ejército Zapatista de Liberación Nacional, EZLN) li parêzgeha Chiapas ya Meksîkayê rêxistineke bi çeke.
Navê xwe ji serokê Şoreşa Meksîka(1910-1920) Emiliano Zapata hildide. Xwe bi avayê xwedî mîrata Emiliano Zapata dibinin. Xwe dijî emperyalîstiyê didine naskirin.
Herêma ku têda dijîn bi avayê serbixwe û xweser ji hikûmatê dibînin. Ramanên wan “ax ya gel e.” û “gel ferman dike hukûmat tîne cîh.” e. Dirûşmên wan ê herî girîng “Ya Basta (Edî bese)” û “Dad!Serxwebûn!Demokrasî!” ye. Ji bo piştevaniyê ji xwera bibînin, înternet û bihîstokên dûvelang dixebitînin.
Zapatistiyan dijî kûreyî (globalîzm)û neolîberalîzmê ne. Ji ber ku ,bi gorî ramanên wan, ev herdûyan, gundiyan bi avayekî xirab bandor dike û wana birçî dihêle.
Di sala 1982 an da ji aliyê şerwanên Maoist ku di nav wanda Subcomandante Marcos jî heye hat avakirin. Piştî deh salên ji bo birêxistinbûn û amadeyîkirinê, di 1’ê çile ya 1994an da dest bi şerê çekdarî kirin. Gelek şaredarîyên San Cristobal de Las Casas ê dagirkirin (işgal).
Endamên EZLN ê piranî ji niştecîhan pêk tê. Piştevaniyên ji bajarên din û navnetewî jî hene.
Subcomandante Marcos di vê rêxistinêda gelek çalake û fermandare. Lê berevajî fermandarên din, bixwe niştecîhekî Maya nîne.