Ebûbekir Etîq ibn Ebî Quhafe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Ebûbekir Etîq ibn Ebî Quhafe (z. 573[1] - m. 23'ê tebaxê, 634) di sala 573'ê da li bajarê Mekeyê ji dayîk bûye. Navê diya wî Um el-Heyr Selma bint Sexr, navê bavê wî jî Osman Ebî Quhafe bû. Ji eşîreta Teym û mirovekî dewlemend bû. Pîştî ku bûbû misliman dewlemendiya xwe ji bo îslamê bi kar aniye.

Piştî wefata Mihemed ew bû yekemîn xelîfeyê ola îslamê (632-634). Dû wî re jî Omer ibn Xetab bû xelîfeyê duemîn.

Bi pejirandina wî a ola îslamê gelek kesên navdar di bin bandora wî da mane û bûne misliman. Ji bo ku ola îslamê di nav ereban da belav bû, di nav hewildanên gelek mezin da bû. Bi tevahî du sal û sê meh xelîfetî kir.

Piştî ku wefat kiribû li kêleka Mihemed da binax kirin.[2]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Die Datierung des Geburtsjahrs legt die Überlieferung zugrunde, er sei drei Jahre jünger als Mohammed gewesen, so dass von einer Geburt kurz nach 570 ausgegangen wird, vgl. Watt 1986, 109.
  2. http://quilliampress.com/video/the-khilafa-of-abu-bakr/