Ebdulrehman Efîf

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Ebdulrehman Efîf wergêr û helbestvanê kurd e.

Efîf di sala 1971'ê de li bajarokê Amûdê, başûrrojavayê Kurdistanê jidêbû. Hezkirneke dijwar bû a ber bi nivîsandinê de kişand û vê xapandina spehî xapand. Ji sal 1989'an ve li zanîngeha bajarê Helebê wêjeya erebî xwend. Sê helbestpirûkên wî bi erebî hene; bi kurdî "Bera pir nêzîk lê pir dûr bim" heye. Ji sal 1996'an ve li Elmanyayê, bajarê Hannoverê dijî. Ji wergerên bi kurdî, xwe bi tao te ching payedike.

Helbesteke Ebdulrehman Efîf [biguherîne]

Sozekî bi min de ey gula hîroyê
Û bera ez li ber roka bendemanê
Bêdawî razêm…
Sozekî bide min ey hîroya
Orta zengil û saet û dayikê…
Û bera bê xew û xwarin
Bimînim mîna kilîta jiyanê
Sozekî li qirika pişika min
Girêbide gula hîroyê û bera
Tenê di hindirê pişika te de
Şiyar bibim, bera ez ez bim
Û ez ne ez bim, bera şevreş
Û ronî bim, kanî û biyaban
Bim…
Bera saet û gerşikestin bim
Sozekî bide min hîroya malê
Bera ez ez bim û mirin bim
Bera pirr nêzîk
Lê pirr dûr bim…

Girêdanên derve [biguherîne]