Ebu Musab El-Zarqawî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Ebu Musab El-Zarqawî (bi erebî: أبومصعب الزرقاوي) (n7îlonê 7 îlonê 1966an li à Zarqa ji Urdun dayikbû - li 7 juin 2006an Bakouba ji Irakê da mir), eslê wî Urdunî ye, terorîsteke îslamist û rêberê Al-Qaida ya hêremê Irakî émirat djihadiste rojhilatê navîn nû.


Cara yekê ku li Iraqê dîyar bûyî rêberê komeleke xirabkar bû, bi navê Tewhîd û Cîhad ku paşî li domahiya sala 2004 gehîşte tora El Qaîde ya Usame Bin Ladenî.

Her weku Usame Bin Ladenî, Zerqawî çend şerîtên dengî belav kirin bo wergirtina piştevaniyê û ku bersîngê Amerîka û hevalbendêt wê rawestet. Ew bi tenê carekê, du heyva berî mirina xo li şirîteke vîdyoyê gotarek xwand. Hemî şerîtêt vîdyoyê ku hatibûne belav kirin bi navê komela Tewhîd û Cîhad bûn ku têda serjêkirina rehînêt bîyanî nîşa didan ku dibêjin Zerqawî bi xo ew zilam bû ku di şirîtêt vîdyoyê da kêr di destî da bû.

Kesêt wî dinîyasin dibêjin navê wî yê birastî Ahmed Fadil El Xelayla bû ku zîbizî ture dibû û ne xwendevan bû.

Berî şerê Iraqê, li heyva du Sebatê sala 2003 wezîrê derve yê Amerîka Colin Powell gote Neteweyêt Yekgirtî ‘‘El Zerqawî hevkarekî Usame Bin Ladenî ye’’ ku pena biriye ber Iraqê. Hingî li dûv raportêt agahiyan, ew li Bexda bû û li dûv gotina rêzdar Powell hatibû piştrast kirin ku Seddam Huseyn peywendî digel El Qaîde hebûn ku eve jî bû eger hêrîşa li ser Iraqê bi hêrîşeke rewa bête jimartin.

Zerqawî û Usame Bin Laden herdu weku Erebêt Afganî hatine nasîn ku rêbera şerkerêt bîyanî dikir li şerê bi piştevaniya Amerîka dijî hêzêt Sovyetê li Afganîstanê li domahiya salêt 1980 yan. Lê piştî şikestina hêzêt Sovyetê sala 1992 Zerqawî digel rêbazeke Îslamiya tundrê vegerîyav Urdunê. Heft sale li Urdunê di zindanêde bû, bi tawana plangêranê bo ladana melîk û damezirandina Xilafeteka Îslamî. Piştî lêxoşbûneke giştî sala 1999 hate berdan, paşî ji welatî revî. Urdunê bêy amade bûna wî hukmê mirinê li ser dana bi tawana nexşekêşana hêrîşan li ser gerîdêt Amerîkî û Îsraîlî.

Agahîyêt rojava ragehand ku Zerqawî hingî çûbû Ewropa. Paşî hêzêt parastina Almanî şaneke milîtan dît ku gotibû Zerqawî rêberê wê ye. Piştî hingî ser û guhêt wî careka dî li Afganistanê dîyar bûn. Wa bawer tête kirin ku wî li wêrê kampeka hîn û fêrkirinê li rojava Herat danabû, nêzîkî tixubê Îranê. Xwînkarêt wî li wê kampê bibûne şarezayêt çêkirin û bikarînana gazê jehrîn.

Wa bawer tête kirin li wî demî bû ku Zerqawî careka dî xwe nîzîkî El Qaîde kir. Piştî hêrîşêt 11ê Septemberê sala 2001û dagirkirina Afganistanê ji alî Amerîka ve, dibêjin Zerqawî çûbû Iraqê, piştî Amerîka bi muşekan danaye bingehê wî li Afganistanê. Karbidestêt Amerîkî dibêjin bi fermana El Qaîde ew çûye Iraqê û peywendî girêdan digel komela Ensar El Îslam ku komela îslamîyêt Kurd bû li bakûra Iraqê.

Heyva 10 sala 2002 hatibû binaskar kirin bo kuştina karbidestê harîkariya yê Amerîkî Laurence Folly li Amman. Herwisa hate tawanbar kirin bo hêrîşa yekê ya mezin ya xirabkaran ku Iraq têk hejand, piştî Amerîka Iraq dagir kirî da Seddam ji ser desthilatê bête xwarê. Li wê hêrîşê lorîyek hate peqandin ku 23 kes ji karwanên nunerên Neteweyên Yekgirtî Sergio Vieira de Mello li 19ê heyva 8 sala 2003 hatine kuştin. Deh roja piştî hingî li peqîna Necef mellayekî mezinî Şîa pitir ji 85 kesêt dî hatine kuştin û 2ê heyva sê Adarê sala 2004ê li rêûresmêt aşûrayê hêrîş li ser mizgeftê Şîa hate kirin û 181 kes kuştin. 11ê heyva 5 Gulanê sala 2004ê Nick Berg hate serjêkirin ku yekbû ji bikêmîve neh rehînêt bîyanî ku sala 2004 hatine kuştin û 14ê heyva 9 Septembira sala 2004ê peqîna otomobîlekê ku polîsêt nû li Bexda kiribû armanc ku 47 kes kuştin û 19ê heyva 12 sala 2004ê peqîna otomobîlan li Necef û Kerbela ku 60 kes kuştin. Û 19ê heyva 8 Tebaxa sala 2005ê hêrîşa muşekan ji Urdunê li ser Îsraîlê û hêza deryayî ya Amerîkî û 9ê heyva 11 sala 2005ê çend hêrîş li ser hotelên Amman hatine kirin ku 60 kes kuştin.

Îdî bi gotina rêbereke mezinê Îslamî Hedîfa Ezzam hindek piştevanên Zerqawî ji taktîkêt wî razî nebûn, lê herweku jîyana Zerqawî waye dîyar e ku pêzanînên dirust li ser wî tarî, xul û nedîyarin.