Edîb Çelkî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Edîb Çelkî nivîskar û helbestvanekî kurd e ku di 15'ê gulana 1957'ê li gundê Çelkî (girêdayî bi qeza Amêdiyê, parêzgeha Duhokê, Başûrê Kurdistanê) di binemaleka ol û ayînî da peyda bûye.

Wî xandina destpêkê li Duhokê û Kolîca Şerîetê li zanîngeha Bexdayê li sala 1982'ê bi dawî aniye. Li sala dawiyê li zanîngehê, li 27.02.1982 - 10.5.1982'ê, bo heyama 72 rojan, guneha harîkariyê digel Şoreşa Kurdî, bi destên rejîma Bexdayê hatgirtin. Li payîza 1982'ê çû nav rêzên Şoreşa Kurdî da û her ji sala 1982'ê heta sala 1995'ê pêşmerge bû û di gelek çalakî û karên Şoreşa Kurdî da pişikdar bûye.

Ji sala 1995'ê heta niha li welatê Elmanya binecih dibe.

Endambûna wî li Êketiya Nivîserên Kurd/Duhok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1979'ê dest bi nivîsîna helbestê kirye. Li sala 1980'ê û heta vêga endamê Êketiya Nivîserên Kurd e û li pahîza 1991'ê li kongira raperînê li Şeqlawe, bûye endamê desteya giştî ya rêveberiya êketiyê.

Dîwanên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her wisa li nav şoreşê jî, li sala 1989'ê êk ji damezrînerên komela Nivîskarên Kurdistanê bû, piştî hevgirtina wê Êketya Nivîskarên Kurdistanê bû endamê destiya wê jî. Gelek nivîsîn û vekolînên wî bi kurdî û erebî belav bûne û li behare 1989'ê êkemîn dîwana wî ya helbesta ya bi navê Şevstiranên zêy belav bû û di sala 2010'ê duymîn dîwana wî ya helbesta ya bi navê Dara çil awaz belav bû.

Her wisa Edîb Çelkî, bi sedan helbest nivîsandine,wek:Beyta Laliş, Şivanê Garey, Dilber Pêlistank, Jin Jiyane û gelekêt din dane hunermendêt kurd êt mezin, wekî Hesen Şerîf, Zekeriya Ebdulah, Hanî, Çopî Fetah, Eyub Alî, Narîn Feqe, Sîpan Xelat, Loka Zahir û gelekêt din...

Nimûneyek ji helbestên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

(Têlînaz) Şîrîn peyvî hingivînî Têlînaz

      Hey hey  Têlînaz    hey hey Têlînaz

Hîvî û awaz û evînî gerdengaz

      Hey hey gerdengaz hey hey  gerdengaz

Hey hey Têlînaz Têlînaz Têlînaz

Hey hey gerdengaz gerde gaz gerdengaz

             (Serbend)

Berî bi çav te bibînim Têlînaz

Ez ji te ra har û dînim gerdengaz

               ***

Kengî dê hême wan rwîya Têlînaz

Lêv xemrîya cût hurmîya gerdengaz

                ***

Şîlan û gula baxanî Têlînaz

Kêş û tirazya peyvanî gedrengaz

Edîb Çelkî

Hannover : Buhara 2002 ê

(Şivanê gare) Hizirnekey dê lê mînî

Her dê xewna pêvebînî

Serê Garey her avake

Tu warê min naçerînî

      (Benda êkê)

Wan telara wan olîya

Dê keme çal bo berwîya

Xoş mixelin bo pezê min

Xoş qwînaxin bo bêrîya

      (Benda duyê)

Her çêke bo me pîlana

Dê agehdarkem şivana

Rêvas gazdiket : Ez û tu

Pêkve naçî çi dîwana

      (Benda siyê)

Çi Eskender çi Zeynefûn

Berî te l’ vêre peydabûn

Welatê me lêbû agir

Hemû tevda revîn û çûn

      (Serbend)

Beyta Laliş

Hatim Lalişê mendehoş

Ev biheşta pirr nor û xoş

Li ber dergehê Şêxadî

Bûm derwêşekî xirqepûş

Kanya spî muhra pakî ye

Berat, tuberrk û çakî ye

Laliş rewşa welatê min

Kevne warê vî xakî ye

Beramber stûna miraza

Min dest bilindkir daxwaza

Welatê min reha bikey

Ji ejdehak û şerrxwaza

Zorî û sitem sal û zeman

Derbasbûn heftê û du Ferman

Kes nekarî me windaket

Me parastin ol û ziman

Parastin koltorê kurdan

Şêx Fexr û Dawidê Derman

Xidr û Hesed û Pisê Cem

Derwêş û Pîr reşê Heyran

Cilên me spî, xafika sûr

Zere agir, roj mah û nor

Keske bihar, sersala me

Ala Kurdistan hildin jor

Hannover. Bihara 1996 ê

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]