Edduba

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Berg

Edduba, şoreşa wêje çand û hunerê pirtûkeke Abdullah Öcalan e. Ji bo vê pirtûkê nivîsên Öcalanê ser çand û hunerê ji aliyê rojnamevan Polat Can hatin wergerandin. Edduba di Weşanên Azadî li Başûrê Kurdistanê de derket.

Edduba peyveke Sumeriye û tê wateya edeb, ango wêje.

“Perestgehên Sumer û akademiyên çandê yên bi navê Edduba, saziyên ramanê ne ku otorîteya qeralên rahîb pêşve bibin û bidin meşandin. Di çêkirina mîtolojiyê de, ji aliyekî ve ola di rewşa teolojiyê de, ji aliyê din ve jî, pêşnûmayên di rewşa destanên wêjeyê de, peywirên bingeh yên rahîban, wêjevanan û ramangêra ne.”

Ev hevok ji parêznameya Abdullah Ocalan ya bi navê ji Dewleta Rahîb a Sumeran ber bi Şaristaniya Demokratîk ve hatiye girtin û li ser berga paşîn ya pirtûka Edduba hatiye bi cih kirin.

Rojnamevan Polat Can ji gelek pirtûkên Abdullah Ocalan mijar berhevkirine û pişt re jî wergerandiye zimanê Kurdî.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]