Edward Jenner
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Edward Jenner [ˈɛdwəd ˈdʒɛnə] (* 17'ê gulanê 1749 li Berkeley, Gloucestershire; † 26'ê rêbendanê 1823 dîsa li wir), pizişkekê gundan li Brîtanyayê ko jibo vedîtina vaksîna nesaxiya xurîkeyê navdar e. Ew endamê Civata Şahane bû.
Jînenîgar [biguherîne]
Edward li Berkeley a Gluserşêr a Inglistanê hat diyayê û her li wêderê jî dest bi xwîndina xwe kir. Wî ji jiyê 13 saliya xwe, jibo heyama 8 salan li ber destê Dr. Ludlowî li Sodbury li ser pizişkiyê rahînan kirin. Paşî li sala 1770ê ew çû Londonê da li Zanîngeha Sent Corc a Londonê li ber destê niştergerê navdar Can Hanter û yên dî zêdetir hînî pizişkiyê bibit. Sê salan paştir ew vegeriya Berkeleyê û hingî pizişkekê pîşekarê serkevtî bû.
