Edward Said

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Postereke ji bo bîranîna Edward Said

Edward Said, Edward William Said, ê rast Edward Wadie Said (z. 1ê kewçêra 1935 li Qûds, Mandaya Brîtanî ya Filistînê – m. 25ê rezbera 2003 li New York, DYA), nivîskar û teorîsyenê wêjeyê û rexnekarê emrîkî yê edebiyatê yê ku bi eslê xwe filistînî bû.

Edward Said zarokekî bavê xwe yê bi hewşêwe navî û protestanekî li Qûdsê dijî bû. Piştî ku Said hatibû dinyayê piraniya zaroktiya xwe li Qehîreyê derbaz kir. Wî dereceya xwe ya Bachelor of Arts li Zanîngeha Princetonê û dereceya xwe ya Master of Arts û Ph.D. li Zanîngeha Harvardê temam kirine. Piştre wî li zanîngehên Columbia, Harvard û Yale wek mamoste ders dane.

Oryantalîzm[biguherîne]

Berhema wî ya ku ew xwe li dinyayê daye naskirin, pirtûka wî ya bi navê Oryantalîzm e. Pirtûk di sala 1978an de hate weşandin. Ew di pirtûka xwe de li ser Rojhilatê disekine, ango ev "Orient"a ha ku wê çaxê ji hêla rojavayiyan ve bi çewtî hatibû teswîrkirin û salixdan.

Said û polîtîkaya Filistîn û Îsraîlê[biguherîne]

Said li ser heqên filistîniyên Îsraîlê gelek têkoşîn kiribû û gelek salan yek ji endamên Parlamenta Filistînê li Sirgûnê bû.

Çavkanî[biguherîne]