Ehmedê Xanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Ehmedê Xanî
EHMEDE XANI.jpg
Roja jidayikbûnê 1650 an jî 1651
Colemêrg
Roja mirinê 1707
Agirî / Bazîd
Eslê xwe kurd
Dîn Îslam
Pîşe nivîskar, helbestvan, dîrokzan, alim û fîlozof

Ehmedê Xanî (z. 1650 Colemêrg - m. 1707 Agirî )[1] helbestvan, dîrokzan û fîlozofekî herî mezin ên Kurd e.

Jiyana wî[biguherîne]

Ehmedê Xanî, di sala 1651'an de ji dayîk bûye [2] Cihê ku ew lê ji dayîk bûye tam ne diyar e. Li gor gelek lêkolîner û nivîskaran, ew ji êla Xaniyan bûye. Li ser cihê vê êlê dîtinên cuda hene. Li gor van dîtinan, cihê vê êlê ji Cizîra Botan heta derdora Wanê tê guhertin.

Dema ku 14 salî bûye dest bi nivisînê kiriye. Dema ku nivîsîna Mem û Zînê temam kiriye 44 salî bûye. Xanî li Kurdîstana Jorîn li Bajarê Bayezidê wefat kiriye. Gora wî li bajarê Bazîdê ye. Tirba Xanî ziyaretgeha xelkê ye.

Xanî, bi Mem û Zîna xwe ya ku destana neteweyî ya neteweyê kurd e, di dilê neteweyê kurd de cihê bilindtirîn girtiye û bi wî awayî di nav gelê xwe de bûye "Xaniyê nemir".

Mem û Zîna Xanî di sala 1919'an de li Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda Hemze jê re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de dibêje ku Xanî Nûbihara xwe di sala 1094'an hicrî de nivîsandiye. Li gora vê tarîxê beriya qedandina Memozînê bi neh salan.

Di sala 2010'an de çapeke taybet a pertûka Mem û Zîn ji weşanên Avesta derket. Wergereke şirovekirî û bi kurdiya îro ya bi destê Jan Dost e.

Wekî din, di heman salê de Wezareta çandî û turîzm a Komara Turkiyeyê berhema Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zîn da weşandin. Di pirtûkê de, rûpelekî de nivîsa orijînal ya ku bi tîpên erebî ne heye û di rûpela din de baranberê wê bi tîpên latînî bi tirkî û kurdî heye. Ji vê pirtûkê 2.500 heb hate çapkirin. Ji van pirtûkan hinek wê li pirtûkxaneya bên belavkirin û hinek jî wê bên firotin. Ev cara pêşîn e ku wezareteke Komara Turkiyeyê pirtûkekî bi zimanê kurdî amade dike û dide weşandin.

Celadet Bedirxan li ser Ehmedê Xanî[biguherîne]

Ji meqeleya Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin ya Celadet Alî Bedirxan Mela Camî di heqê Mewlana Celaledînê Rûmî bona pirtûka wî Mesnewî de gotiye:

"Men çi goyem wesfi an alîcenab
Nîst pêxember welê dared pirtûk."


Yanî: Ez di heqê wî alîcenabî de çi bibêjim, ne pêxember e, lê pirtûka wî heye.
Ev pesnekî bilind û hêja ye û bi her awayî li bejna Mewlana têt.

Di heqê Ehmedê Xanî û pirtûka wî Mem û Zîn (an jî Memozîn[çavkanî pêwîst e]) de, bi min be, mirov dikare jê bêtir jî bibêje. Belê Xanî jî xudan pirtûk e. Lê Xanî pêxember e jî. Pêxemberê diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn.

Xanî di wextekî welê de rabû ku - beriya niho bi sê sed û neh salan - ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hişyar ne bû bûn û zelamên ji yek miletî hev û dû ji bo ketolîkî an protestaniyê dikuştin. Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biri bû û ji kurdan re goti bû hon berî her tiştî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin.

Melayê Jaba der heqê Ehmedê Xanî de[biguherîne]

Dibêje, "Şahirê pêncê jî Ehmedê Xanî ye. Eslê wî ji tayifeyê hekariyan ji eşîreta xaniyan e. Bi xwe hatiye Beyazîdê, di tarîxa hezarê da tewetin kiriye. Di zimanê kurmancî de Mem û Zîn nav kitêbek aşiq û maşûqan gotiye û kitêbek lixet jî bi kurmancî û erebî gotiye, navê wê Nûbihar e. Zarokê di Kurdistanê hemû di piştî Quranê dixwînin. Û zehf jî xezeliyat û eşharan û beyt bi zaravayê kurmancî gotiye. Û di zimanê erebî û farisî û tirkî jî qewî mahir û sahibi irfan e. Û ji şierayê di Kurdistanê hemûyan jî meşhûr û faiq e, belkî ji hemû şieran meqbûl û memduh e. Û dii hezar û şêst û sê da jî merhûm bûye û di nêv Beyazîdê da mizgeftek jî bi navê xwe bîna kiriye. Û bi xwe jî li kenarê mizgeftê medfûn e."

Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û şêst û yekê hicrî de ji diya xwe bûye.

Lewra ko dema ji xeyb fek bû
Tarîx hezar û şêst û yek bû

— Ehmedê Xanî

Kengê emirê Xwedê kiriye em pê nizanin. Lê gava Memozîna xwe qedandiye çil û çar salî bû.

Îsal gehişte çil û çaran
Ev pêşrewê gunahkaran

— Ehmedê Xanî

Xanî ji Mem û Zînê pê ve hin eserên din hene. Wek Eqîda îmanê û Nûbihara biçûkan : ferhengeke menzûm e. Kurdî-erebî. Xanî ji bo Nûbiharê dibêje:

Ji paş hemd û selewatan
Ev çend kelîme jî ji luxatan
Vêk êxistine Ehmedê Xanî
Navê Nûbihara biçûkan lê danî
Ne ji bo sahibi rewacan
Belkî ji bo piçûkê kurmancan

— Ehmedê Xanî

Xanî li Bazîdê dibistanek jî danîbû û tê de dersa zarokan bi kurmancî digot. Di pey mirina wî re şagirtê wî Ssmaîn (?) bîst salên din li wê dibistanê guhdar bû û dersên kurmancî tê de gotin.

Li gor atiştê ku min bihîstiye Xanî pirtûkeke erdnîgarê jî çêkiriye û tê de qala esman û stêrkan kiriye. Herçend ez gelek lê geriya bim jî ev kitêb neket destên min.

Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye Mem û Zîn ji xwe re kirine behane û bi vê hêncetê kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe ê ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye.

Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ku ew rêzik winda dibin, kurmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsînin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengên miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan dikin. Seyda dibêje:

Sazi dili kul bi zîr û bem bit
Sazendeyê 'eşqi Zîn û Mem bit
Şerha xemi dil bikim fesane
Zînê û Memî bikim behane
Nexmê we li perdeyê derînim
Zînê û Memî ji nû vejînim
Derman bikim ez ewan dewa kim
Wan bê mededan ji nû ve rakim
Meşhûr bikim bi terz û islûb
Mimtaz bikim mihibb û mehbûb
Ewreng bikim ji nû serefraz
Da bêne temaşeyî nezerbaz
Dilber li Memî bikin girînê
Aşiq bikenin bi derdê Zînê
Ev meywe eger xirab e ger qenc
Kêşaye digel wê me dused renc
Ev meywe eger ne avdar e
Kurmancî ye, ew qeder li kar e
Ev tifl e eger ne nazenîn e
Nûbar e bi min qewî şirîn e
Ev meywe eger ne pir lezîz e
Ev tifl e bi min qewî 'ezîz e
Mehbûb û libas û gûşiwar e
Milkê di min in ne miste'ar e
Ez pîlewer im ne gewherî me
Xudreste me ez ne perwerî me
Kurmanc im û kûhî û kenarî
Ev çend xeber in di kurdwarî

— Ehmedê Xanî

Di nav vê qelebalixa pesn û mubelexeyan de car bi car hin agehî jî derdikevin ku nêzî rastiya Ehmedê Xanî ne.

Şairê neteweyî û bavê bîr û baweriya neteweyiya kurd Ahmedê Xanî yek ji wan kesayetiyên kurdan e ku li serê gelek hatiye nivîsîn, lê tiştên ku hatine nivîsîn ne li ser esasên zanyariyên belgeyî, pirtir teswîr û pesindayînên derbirîna hissên neteweyî ne, gelek caran tekrara hev in, xeyalî ne, heta ji rastiya jiyan û bîr û baweriyên wî dûr in.

Di nav vê qelebalixa pesn û mubelexeyan de car bi car hin agehî jî derdikevin ku nêzî rastiya Ahmedê Xanî ne. Gava meriv bala xwe dide wan, ew jî, ew agahî ne ku xwe rasterast dispêrin berhemên Ahmedê Xanî, di serî de jî şahesera wî Mem û Zînê.

Min bi xwe heta van demên dawiyê di nav nivîsarên ciddî de wek fakta tenha cumleyek dîtibû ku ne ji berhemên Ehmedê Xanî bi xwe be. Ew jî xwedan çavkaniyeka nezelal bû û gûman li ser rastiya hebûna wê cumleyê hebû. Ya ku ez bahs dikim ew cumleya erebî ye ya ku bi hesabê ebcedê tarîxa wefata Ehmedê Xanî diyar dike: ”Tara Xanî îlla rebbîhî”. (Xanî ber bi Rebbê xwe ve firiya)

Cara pêşîn mamoste Elaeddîn Seccadî ev agahî di berhema xwe ya bi navê Mêjûyî Edebî Kurdî de daye. Lê çavkanî jî zelal nedaye. Nivîsiye ku wî ev agahî ji melayekî alî Amediyê yê bi navê Mela Salih wergirtiye. Ev agahî bi destnivîs li pişt kitêba wî ya bi navê Semediye nivîsandî bû ye. Elaeddîn Seccadî ev Mela Salih li Bexdayê li hewşa mizgeftekê nas kiriye pê re xeber daye û pişt re ew ji hev veqetiyane û nehatiye zanîn ku wekî pêştir ev Mela Salih kî ye, Semediye çi kitêb e, kê ew destnivîs li wir nivîsî û gelek pirsên din.

Lê di van demên dawiyê de, kitêbek li ser jiyan û berhemên Ehmedê Xanî derket ku ji alî ronahîkirina hin warên jiyana wî de balkêş e, hin belgeyên ji arşîva Împaratoriya Osmanî tê de hene ku Ehmedê Xanî pirtir bi meriv didin nasîn.

Esas him kitêb, him jî nivîskarê wê gelek balkêş e. Nivîskar li ser jiyan û eslê xwe diyar dike ku ew ji malbateka mela û alim tê ku bi esil digihîjin malbata Ehmedê Xanî. Li gora nivîskar Ehmedê Xanî bi xwe li pey xwe kur û keç nehiştine, lê ji nesla birê wî ê bi navê Mela Qasim zurriyeta mala Xanî dewam kiriye û hetiye gihîştiye nivîskarî bi xwe.

Ehmedê Xanî li gor Abdullah M. Varlı[biguherîne]

Berhema Abdullah M. Varlı ji du cildan pêk tê. Cildek bi navê Dîwan û Jînewarî ya Ehmedê Xanî ye ku ji 476 rûpelan pêk hatiye, lêkolîn e li ser jiyana Ahmedê Xanî û tarîxa mîrekiyên dewra Xanî, bi taybetî jî ya mîrên Bayezîdê. Cilda din bi navê Dîwan û Gobîdeyê Ehmedê Xanî yêd Mayîn e, 556 rûpel e. Tê de helbestên Ehmedê Xanî yên heta niha naskirî û nenaskirî hene. Ew li ser hev 106 şiir in. Pişt re bi navê Qisa Şemû’n berhemeka menzûm heye ku nivîskar dibêje ew ya bavê Ehmedê Xanî Îlyas Bin Eyaz e. Berhemeka bi navê Sîsebanê jî di vê cildê de heye ku li gora lêkolerî ev berhem jî ya Ehmedê Xanî ye. Herdu cild jî di nav berhemên Sipan Yayinevi ve Yayınları de sala 2004ê li Îstanbûlê hatine weşandin.

Li ser berhemê, hem jî li ser nivîskarê wê lazim e bê rawestan, hûr hûr bê tehlîlkirin û lêkolînên kûr li ser wan bê kirin. Hem agahiyên gelek hêja û balkêş di berhemê de hene, hem jî ji alî metod, uslûb û ziman ew mihtacî lêkolînek û zelalkirineka ciddî ne.

Agahî û belgeyên gelek hêja tê de hene, encama xebateka dûr û dirêj û zehmetiyeka zêde ne. Cara pêşîn hin belge tê de hene ku ji arşîva osmaniyan tên û esl û fesl û kar û xebata Ehmedê Xanî rohnî dikin.

Abdullah M. Varlı di 1939ê de li gundekî bi navê Hesarê ê navçeya Patnosê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya destpêkê sala 1946ê li gundê Nenecanê li ba bavê xwe Mela Mehemed (Hoko) destpê kiriye, paşê çuye li medreseyên cuda yên Kurdistanê xwendiye. Sala 1957ê li Şamê li medreseya bi navê Emîniye dawî li xwendina xwe aniye. Di navbera salên 1964-1976ê de li Tirkiyê di nav dezgeha dewletê a dînî Diyanet İşleri Başkanlığı de li Erdîşê karmendî kiriye. Sala 1976ê ji Kurdistanê hatiye sirgûnkirin bo Trabzonê bi şertê ku heta 5 salan nezivire welatê xwe. Sala 1977ê ew bi daxwaza xwe ji vê wazîfê dertê derbasî dezgeha Vakıflar Genel Müdürlüğü (Îdareya Giştî ya Weqfan) dibe. Ew ji bo ku erebî û osmaniya bi tîpên erebî, farisî, tirkî, kurdî zane li Ankarê di arşîvxaneya vê dezgehê de dibe wergêr (mitercim). Di sala 1978ê de ji Ankara tê dûrxistin û tê şandin Edirneyê. Ew li ser vê ji vê wazîfê jî vediqete û di wezareta kulturî de di muzexaneya etnografyayê de dest bi kar dike, dibe berpirsiyarê sicîlên şerî’ (şer’i sîcîller) û nivîsarên kevn ên wê muzexaneyê. Di sala 1984ê de ji wê wezaretê jî tê bidûrxistin û li Halk Kütüphanesi (Kitêbxaneya Gelêrî) dest bi kar dike û dibe berpirsê nivîsên kevn. Di sala 1990ê de bûye endamê saziya APK( pisporî lêkolîn, neqişkirin, pêşvaanîn). Di sala 1993ê de, di eynî wezaretê de di beşa Halk Kültürünü Araştırma Geliştirme Genel Müdürlüğü (Îdareya Giştî ye lêkolîn û Geşkirina Kultura Gelêrî) de bûye serokê daîreyekê. Di heman salê de ji ber hin meseleyan teqauda xwe xwestiye û ji karê dewletê veqetiyaye.

Çapkirî û necapkirî 32 berhemên wî hene. Li gor agahiyên wî, ew ji malbata mala Xanî tê, wekî malbat wan gelek berhemên Ahmedê Xanî parastine û nesil bi nesil dewrî hev kirine heta gihîştine Abdullah M. Varlı bi xwe.

Ew li gelek herêmên Kurdistanê geriyaye, çuye her çar perçeyên Kurdistanê, wî gelek belge, destnivîs, wêne, behs, çîrok û rîwayet li ser dîroka Kurdistanê, li ser navdarên kurd û di vê navberê de li ser Ahmedê Xanî jî kom kirine. Ew bi xwe bahs neke jî diyar e ku ew karên resmî ên wergêriyê ku wî kirine jî îmkan danê ku ew di arşîvên tirkan de ên dema osmaniyan gelek belgeyan bi dest xe, ji xwe hin belge ji wan ên li ser Ehmedê Xanî, belgeyên van arşîva ne.

Di pirtûkê de li ser esasê belgeyên nediyarkirî nivîskar dinivîse ku malbata Xanî bi eslê xwe ji Xana Sêgundan e a ku bi Çelê ve girêdayî ye. Û ew dinivîse ku di ”quyûdê qedîm” ên osmaniyan de ên ji wê demê mayî, navê gundê Xanê derbas dibe. Malbata Xanî berî jidayikbûna wî di dewra bapîrên wî de ji wê herêmê bar kirine, piştî hin qonaxan li herêma Bayezîdê bicîh bûne.

Ew Xaniyan berê wek malbateka alim û yên ku ji bav û kalan de fermanrewatî, dizdarî, qadîtiya hin keleyên bayezîdê û (debîriya) katibiya mîrên Bayezîdê kirine, mamosteyên (lalayên) mîrzadeyên mîran bûne û di medreseyên bilind ên merkezên mîrayetiyê de midderisî kirine. Wek bavikek peydabûne, fireh bûne û pişt re li Bazîdê wek hoz jî belav bûne. Û di sicîlên resmî yên osmaniyan de di tehrîratên wan an belgeyên bi navê ”maliyeden muhawwel” de gelek agahî ji 1485ê bi şunde li ser kesên naskirî û malbatên bi hêz û xwedan meqam ên Xaniyan hene (b. n. d. c 1, r. 119) Ehmedê Xanî bi xwe di seraya Bazîde de debîrê dîwanê bû (120).

Nivîskar tarîxa barkirina malbata Xanî ji Xana Sêgundan û bi taybetî ya bicîhbûna wan a li Bayezîdê 1460-1465 dide (r 118) û dibêje li gor rîwayetan, ew bi fermana mîrê Hekariyan Essedudîn Çengzêrîn bi serweriya mezinê Xaniyan ê bi navê Mîr Hesen rabûne çûne li devera Daroing-Bazîd-Narîn Qelê bicîh bûne (r 119) Mîr Hesen bûye mîrê Kela Zêrînak. Piştî Mîr Hesen kurê wî yê bi navê Mîr Silêman dibe serwerê Diza Zêrînak. Piştî mirina wî jî Mîr Ebdurrezaq dikeve şûna bavê xwe û dibe dizdarê kela Zêrînakê. (r. 123) Ya baş belgekirî ew e ku tê zanîn bapîrê Ahmedê Xanî e dereca pêncê ê bi navê Mîr Ebdurrezaq sala 1485ê li Qela Zêrînakê dizdar û qadî bûye. Ev di secereya hin malbatan de ku dibêjin em ji Xaniyan tên, diyar dibe. (r 119) Piştî Mîr Ebdurrezaq, Şeyx Ebdurrehman serweriya kela Zêrînakê hildide ser milên xwe. Piştî demekê di encama hin şeran de ew ji Zêrînakê tê bidûrxistin, di pey re ew li Bazîdê li Qelet Ribat dibe Qadiyê Dizesorê. Pişt re qadîtiya wî bajarî dikeve destê kurê wî yê bi navê Mîr Rostem. Hin pirsgirêkên wê demê rê vedikin ku Mîr Rostem bixeyide bi xwe dev ji dizdarî û qadîtiya wî bajarî berde, bar ke biçe li Qelet Ribat bicî bibe (r. 124-125). Di pey re wek malbatî li wî bajarî mane û Eyazê kurê Rostem û Ilyasê kurê Eyaz û kurê wî Qasim (birayê Ehmedê Xanî) û kurê wî Yusif û kurê wî Ehmed li vî bajarî jiyane.

Piştî mirina Mîr Rostem kurê wî Eyaz ketiye şûna bavê xwe, di pey mirina wî re jî kurê wî Îlyas ketiye şûnê. Îlyas bi keça Qerexanê kalikê Mîr Qerebehlûlê Pisyanî a bi navê Gulnîgar re zewiciye. Li vir ew bi xizmîtî digihîjin mala serwer. Gulnîgar diya Ahmedê Xanî û Qasim e. Piştî mirina îlyas Qasim dikeve şûna bavê xwe. Piştî wî jî kurê wî yê bi navê Muhemmed, di şûna wî de jî kurê wî yê bi navê Xalid, kurê wî yê bi navê Ahmed. Ev hemû li wî bajarî wek Qadî mane. Giş weke mela hatine naskirin. (r. 126)

Ahmedê Xanî bi xwe nezewicî ye, secereyên ku tên heta demên me xwe wek bavik ji birayê Ehmedê Xanî Mela Qasim tînin xwarê. (r. 128)

Belgeyek li ser vê malbatê ew e ku Şêx Îlyas di berhema xwe de ya bi navê ”Qisa Şem’ûn” diyar kiriye. Wî li dawiya vê berhemê bi erebî wiha nivîsiye: ”Qed ketebe fî eyyemî dewlet Xanî Xanan el kurd, el-e’del Behlûl el-Pisyanî, îlyas bîn Eyyaz bîn Rostem bîn Şeyx Ebdurrehman el kebîr bîn Mîr Ebdurrezaq. Fî senetî 1063[1652 zayînî].” (r 129)

Ji sicîlên herêma Bazîdê ên ku endamên malbatên eşraf, alim û dewlemend qeyd dikirin da serê wan bijmêrin ji bo bac û qamçûran ji waqn bistînin, gelek agahî li ser endamên malbatan hene. Di yekê ji wan sicîlan de agahî li ser malbata Îlyas û Gulnîgara Qîza Qerexan hene. Ji wan sicîlan tê fahmkirin ku bi keç û kurên xwe pênç zarokên Îlyas û Gulnîgarê hene: ferzendê kebîr (kurê mezin) Qasim, duxterê kebîr (keça mezin) Perî, duxterê wusta (keça navîn) Gulîzer, ferzendê sexîr (kurê piçûk) Ehmed, duxterê sexîr (keça piçûk) Kitan. (r. 173)

Di belgeyek din de ku bi navê Tehrîr Quyûdê Qedîme ye û ew di sala 1063yê koçî de 1682yê zayînî de hatiye nivîsîn li ser mala birayê Ahmedê Xanî Mela Qasim e wiha dinivîse: ”Xaneyê Mela Qasim; ferzendê (kurê) Îlyas Efendî; herem (jin); Gulbihar duxterê (keça) Emîr Muhammed, ferzende (kur) Muhammed, duxter (keç); Şahnaz we duxter Perwîn we duxter Şîrîn. Birader Ahmed; ferzendê îlyas, hemeşîre (xwişk); Perî [xwişka Ahmedê Xanî] haremê (jina) Yusuf bîn Yusuf, hemşîre (xwişk); Gulîzer, haremê (jina) Emîr îbrahîm, hermşîre (xwişk) Kitan; haremê (jina) Emîr Xelîl.) (r. 174)

Ehmedê Xanî berê li cem bavê xwe Şêx Îlyas, pişt re li cem birayê xwe Mela Qasim xwendiye. Sêx Îlyas debîrê Mîr Mihemedê Purbelalî bû, ku ew mir, Mela Qasim bû debîrê Mîr Muhammed. Mela Qasim bi xwe zavayê Mîr Mihemed e. (r. 183, 184) Ji hin şiirên Ehmedê Xanî fahm dibe ku wî li Xoşabê li medreseya Etaiye jî xwendiye. (r. 183)

Belgeyeka wê dewrê heye ku lîsteya şagirdên Medresa Gulgûn Ilim (paşê Kulliya Gulgûn Ilim) rê dide. Di wir de Ehmedê kurê Îlyas jî wek şagird xwiya dibe. Ev medrse ji bal malbata mala Xanî hatiye avakirin, pişt re mezin bûye, fireh bûye bûye kulliye. (r. 183)

Piştî demekê Mela Qasim ji debîriye Mîr Mihemed tê bidûrxistin û pismamê Qasim Yusuf dibe debîr, paşê ew jî tê bidûrxistin û Ahmedê Xanî di tarîxa 2 zîlhîcce 1081 (13 adar 1671)ê de dibe debîrê Mîr Mihemedê Purbelalî. Ev mîr yekî kurdperwer û hişyar bûye xwestiye hidûdê mîrîtiya xwe fireh bike û Kurdistanê ava bike. Ehmedê Xanî gelek ji vî mîrî hez kiriye. Gava mîr miriye jî şîîrek pir bi pesn li serê nivîsiye. (r. 219-220)

Xanî bi kurtî di demên Mîr Mihemedê Pirbela, Mîr Ebdî (Çolaq Ebdî Paşa) Mîr Mîrza, Mîr Xelîl, Mîr Îbrahîm û Mîr Mîrza û Mîr Mihemedê Duduyê de debîriya Serayê kiriye. Demeka nêzîk berî kuştina Mîr Mihemedê Duduyê ji mîr xeyidî ye û dev ji debîriyê berdaye. Tê gotin ku pişt re di riya Şêx Camî yê Neqşîbendî re ku bi eslê xwe ji alî Mehabada niha bû û li alî Bayezîdê mudderisî dikir û şêx jî bû Ehmedê Xanî ket terîqeta wî. Ehmedê Xanî berê şagirdê wî bû li cem wî xwendibû. (r. 221)

Agahiyeka din jî wekî belge di vê berhemê de li ser wefata Ehmedê Xanî tê diyarkirin.

Me di serê vê nivîsarê de behsa cumleyeka bi erebî kir ku Elaeddîn Seccadî di Mêjûyî Edebî Kurdî de daye û li gor hesabê ebcedê tarîxa mirina Ahmedê Xanî derdixe ku hata niha herkes vê tarîxê wek tarîxa mirina wî qebûl dike: ”Tara Xanî ila Rebbîhî”.

Lê Elaeddîn Seccadî dinivîse ku wî wek destnivîs ev li pişt pirtûkekê dîtiye. Helbet belgeyeka wiha ne tekûz e, xwediyê her kitêbekê kare tiştekî li ser qabê an pişta kitêba xwe binivîse, têrê nake ku meriv wê wek belge qebûl bike. Lê cara pêşîn Abdullah M. Varli di vê berhema xwe de diyar dike û dibêje ku ev nivîsa erebî li ser kêla gorra Ahmedê Xanî hatiye nivîsîn. Ew dinivîse ku cara pêşîn ew çûye Bazîdê, li ser kêla gora Ehmedê Xanî nivîsa ”Tara Xanî îlla Rebbîhî” ldîtiye û ew li cem xwe nivîsiye. Lê ew dibêje ku wî li wir ”rebbîhî” tenê bi ”r”yekê nivîsiye, loma jî gava ew nivîs bi hesabê ebcedê hesab kiriye tarîxa wî bûye 1119 hîcrî yanî 1707ê zayînî û ev bi vî awayî belav bûye. Heke ev rast be meriv kare texmîn bike ku ev nivîs e ku li pişt kitêba Mela Salih hatiye nivîsîn û ketiye destê Elaeddîn Seccadî. Lê Abdullah M. Varli dibêje ku van salên dawiyê ew careka din çûye ser gora Ehmed Xanî, tevî ku ew kêl ji ser gorrê hatiye rakirin jî, wî li nav gorristanê careka din ev kêla keftî dîtiye, şûştiye û nivîsa wê qeyd kiriye, wî ferq kiriye ku di 56ê de wî şaşîtiyeka piçûk kiriye, tevî ku şedde li ser ”r”yê heye jî wî ev şedde destnîşan nekiriye. Di vê ziyareta xwe ya duduyan de ew careka din li gor hesabê ebcedê vê carê ”r”yê bi du ”r” hesab dike, tarîx dibe 1021ê hîcrî, yanî 1709ê zayînî (r. 241-243) Yenî heke ev rast be tarîxa jidayikbuna Xanî dibe 1650-51 û ya wefata wî dibe 1707.

Ji van zanyariyan bêtir hîn gelek zanyarî di derbarê Ehmedê Xanî û dewra wî de, di derbarê malbata wî de, di vê xebata hêja de hene. Cildê duduyan cih dide gelek şiiran ku heta niha li tu derê nehatine weşandin. Lê meriv rastiyê bêje, divê heyetek pispor tevî mamoste Abdullah M. Varlî rûnê ev berhem belgeyên ku bûne çavkaniyên vê berhemê ji nuh ve bên tehqîqkirin û zanyariyên wê bi awayekî ilmî ji nuh ve bên pêşkêşkirin. Hêvî dikim ku ev kar di demeka nêzîk de were biserxistin û agahiyên nuh bi awayekî tekûztir û sererastir têkevin ber destên lêkolîner û xwendevanan.

Berhemên wî[biguherîne]

Bîbliyografî[biguherîne]

  • Ehmedê Xanî (1995/2005). Mem û Zîn. Wergera bi tîpên latînî û kurdiya xwerû: M. Emîn Bozarslan. Deng, Stembol.
  • Ehmedê Xanî (2010). Mem û Zîn. Şirove û bi kurdiya îro, Jan Dost. Avesta, Stembol.

Çavkanî[biguherîne]