Ehmed Zêbarî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ehmed Zêbarî (bi inglîzî: Ahmad Zebari), stranbêjekî kurd e ku xelkê Mûsilê ye.

Demekê digel gelek kurd ên din ji ber sitema rejîma Seddamî koçberê Îranê dibe. Berê serhildana 1991ê ya Başûrê Kurdistanê, hêj dem a ko stranbêj li Îranê bû, di navbera wî û malbateke Barzanî de problemek û pişt ra xwîndarî derket û neçar bû vegere Başûrê Kurdistanê (Iraqê) û li bajarê Akrê şênî bû.

Ji ber ko problem a wî bi malbateke Barzanî re çêbibû, ji aliyê rejîma Seddamî ve ko tev kurdên li Îranê xaîn dihesibandin hat efû kirin. Piştê ko serhildana 1991ê a kurdan li Başûrê Kurdistanê çêbû û ew malbata Barzanî vegeriya Kurdistanê, stranbêj dîsan ji ber wê malbatê reviya û li Musilê şênî bû, ko wî demî hêj di bin kontrola rejîma Seddam de bû.

Herçend ko hesta neteweyî a kurdî ya stranbêj pir bihêz be jî, ji ber sedema ko her car reviyaye bin desthilata rejîma Seddam, di TV ên Başûrê Kurdistanê ko bi partiyên siyasî ve girêdayî ne, stranên Ehmed Zêbarî nahên weşandin. Bi tenê çend stranekên wî di MMC TVê de, ya ku bi PKKê ve girêdayî ye, dihên nîşandan. Çend stranekên wî di YouTubeê de jî hene. Stîla hunermendê stranbêj klasîka kurdî, dengbêjî û stranên kurdî ên folklor in. Stranbêj yek ji hunermend ên tilîhejmar (pir hindik) ên Başûrê Kurdistanê ye ko hêj kincên kurdî li xwe dike.[çavkanî hewce ye]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]