Ehrîman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Ehrîman, Angra Mainyu têgîneke ji Avestayê ye. Girdîgarekî, xwedayiyekî sereke yê ola Zerdeştîtîyê ye. Bo gotineke din, yek ji di alîkarên Ahûra Mazda ye. Hurmuz (Spanta Maînyû) girdîgarê başî û çêyiyê, Ehrîman jî yê xirabî û tunekirinê ye.

Di ola kevn a kurdan Zerdeştîtiyê de, diviyabû bawermend di kesayetî û jiyana xwe de di riya Hurmuz jê berpirsiyar e, riya başî û qenciyê bigirta. Lewra Xwedê ew xwestiye. Di sîmbola olî ya Zerdeştîtiyê de (Firawer) de berê mirov, berê bawermend berî bi Hutmuz e, pişta xwe daye Ehrîman. Ehrîman jî divê neyê jibîrkirin, lewra jiyanê de xirabî jî heye, xirabî jî xwedî hêz ê erkê ye. Bawermend divê ti carê xirabiyê jibîr neke, cidî bigire. Wê demê dikare xirabiyê bibîne, binase û serî pê re derîne.

Mirov di kesayetî û kirinên xwe de azad e. Heger bawermend başiyê bifikire, başiyê biaxive, başiyê bike, viya di cîhana xwe ya hundirî û ya derveyî de serdest bike, berî bi pardêzê, bihuştê diçe, ruhê wê tê bixelatkirin û bêdawî dijî.

Ehrîman her dem realîteyê, dijwarî û ziyadêriya jiyanê bibîr dixe, nebaşî û xirabiyê îdare dike. Lê ew jî di bin kontrola Xwedê de ye, armanca wî ya sereke jî, bi riya xirabiyê hişyarkirina mirovan e. Ew dixwaze mirov bizanibin xirabî û nebaşî hene, xwe ji biparêzin.

Ehrîman, Angra Maînyû, tê wateya "ruhê rûxîner, hêza tuneker". Hurmuz, Spenta Maînyû jî tê wateya "ruhê avaker, hêza çêker".