Ekberê Mezin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ekberê Mezin
Navê rastî
جلال‌الدین مُحمَّد اکبر Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn15 çiriya pêşîn 1542 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin15 çiriya pêşîn 1605 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Fatehpur Sikri Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêDîzanterî li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêTomb of Akbar Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • Mughal emperor (1556–1605) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Mariam-uz-Zamani
  • Ruqaiya Sultan Begum
  • Salima Sultan Begum (1561–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Jahangir I
  • Murad Mirza of Hindustan
  • Prince Daniyal
  • Aram Banu Begum
  • Khanum Sultan Begum
  • Shakr-un-Nissa Begum Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Humayun Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Hamida Banu Begum Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
MalbatTimurid dynasty Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Celaledîn Mihemed Ekber (bi farisî: ابو الفتح جلال الدين محمد اكبر‎) an Ekberê Mezin (bi farisî: اکبر اعظم‎, lat. Akbar-i-azam, jdb. 15ê çiriya pêşîn a 1542an, m. 15ê çiriya pêşîn a 1605an) yek ji padîşah‎ên Hindistanê ku bi eslê xwe mongol bû.

Piştî bavê xwe Nesredîn Mihemed Humayûn di salên 1556 - 1605 de desthilatdarî kiriye. Di dema xwe de gelek reforman di artêşa Împeratoriya Mongolî ya Hindî de pêk tîne. Bo mînak fîlan bikartîne. Bi xwe kesekî nexwandî bûye, ango xwandin û nivîsandinê nedizanîbûye lê li ser fîlozofiya wê demê lêkolîn kiriye. Di nava olan de gorî xwe nermiyeke avakiriye.

Ekbar, di warê bac, îdareya hikûmetê û dadmendiyê de jî gelek reform pêk aniye. Di sala 1562î de bi navê Mohur dirav derxistiye. Li dijî zewaca bi zarokan re, leyîstikên bi berdêla diravî, neheqiyên li jinên bî, xwefirotina jinan hwd derketiye û bandora zagonan li ser jiyanê bilindkiriye. Wî jî wekî hemî desthilatdarên tirk û mongol hez ji zimanê farisî kiriye.

Ekberê Mezin gelek avahiyên bêhempa daye çêkirin. Wî ji zanîstiyê, muzîkê, fîlozofiyê hezkiriye. Mirov dikare bêje, ew gihîştiye nêrîneke taybet bo xwe.

Ekber li ser Çemê Ganga
Celaledîn Mihemed Ekber

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]