Ekrem Cemîl Paşa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Seated: Haco Axa, back row, left to right: Kadrî Cemîl Paşa, Hemzeyê Muksî, Ekrem Cemîl Paşa

Ekrem Cemîl Paşa (z. 22'ê reşemiyê 1891 li parêzgeha Amedê - m. 31'ê rêbendanê 1974 li Şamê) yek ji rewşenbîr û têkoşerên kurd e. Mirovekî arîstokrat bû.

Neviyê desthilatdarê kurd ê Amedê Ehmed Cemîl Paşa û kurê Qasim Begê Amedî bû. Di zaroktiya xwe de di nav derfetên dewlemend de perwerde didît. Ji aliyê malbata wî bo xwendina zanîngehê tê şandin bajarê Stenbolê. Li wir bi rewşenbîr û têkoşerên kurd ên hemandemî re hevnasînan lidardixe û bi piştgiriya Xelîl Xeyalî Begê Motkî dikeve Komeleya Xwendavanên Kurd (Kürd Talebe Cemiyeti) û di derxistina kovara Hêvî de cihdigire.

Ekrem Cemîl Paşa bi tevî kurmamên (pismam, kurmam, kurap) xwe bi perwerdehiya endazyariyê diçin bajarê Lozana Swîsreyê. Ew li wir jî wekî malbat xebatên Kurdewariyê dike. Bi derketina Şerê cîhanê yê yekem fikreke nû bi wan re rûdide. Împeratoriya Osmanî sedî sed têk diçû û heger kurd xwe birêxistin bikirana, wê hin destkeftiyên wan jî hebana. Ango ji bo sûdwergirtin ji şer, vedigere Stenbolê û tevlî şer dibe. Osmanî û tirk sozê didin wê heger serkeftin hebe, wê mafên kurdan jî bê naskirin.

Ekrem Cemîl Paşa di nava refên osmaniyan de di şer de[biguherîne]

Li ser soza osmaniyan ew piştî perwerdeyeke demkurt a leşkerî di eniyên Çanakkale, Mûş û Erzîromê de şer dike. Di heman demê de Mustafa Kemal Atatürk jî li Kurdistanê ye û li alîkariya kurdan digere. Atatürk li qonaxa Cemîl Paşayan li Amedê destê serokên kurd radimîse û serkeftinê tenê bi destên kurdan dizane. Ekrem Cemîl Paşa bi awayeke tarî tê birîndarkirin. Kurd şika Atatürk dikin lê ew bêsûcbûna xwe bilêv dike û Kurda îkna dike. Ekrem Cemîl Paşa wekî alîkarê xwe yê sereke destnîşan dike û bi nivîskî hin peymanan bi wî re mordike. Lê bi qasî demekê şûnde li Rûsyayê şoreşek rû dide û eniya rojhilatê êdî bêwate dibe. Atatürk dixwaze kurdan di eniyên ereban da bikar bîne û hin sozên nû dide kurdan. Kurd van bi van sozan jî diaxipin û gorî hêza xwe tevlî eniyên ereban dibin. Lê ereb biser dikevin û têk diçin.

Ekrem Cemîl Paşa gorî sozên Atatürk di birêxistinkirina Kurdistanê de[biguherîne]

Li Amedê şaxa Komeleya Kurdistanê (Kürdistan Cemiyeti) vedike û dest bi avakirina sazûmaniya hevpar a dewleta kurdan dike. Bi navê Gazî (Bang) rojnameyeke Kurdî tê weşandin. Lê Atatürk êdî hêdî hêdî rûyê xwe yî rastegîn nîşan dide û dest bi çivan dike. Atatürk hin kurdên alîkarê wî ne peywirdar dike ku Ekrem Cemîl Paşa, Kamûran Bedirxan û Celadet Bedirxan bikujîn û kiryarê jî têxin stûyê hin malbatên ermeniyan. Gelek çalakiyên kuştinê vala derdikeve û kurd êdî hişyar dibin û hizra xwe ji Atatürk dikin.

Ekrem Cemîl Paşa mecbûr dimîne ku sala 1921'ê de Amedê biterikîne û avakirina sazûmaniya dewleta kurd bi paşve bihêle. Bi navê Evdilkerîm Axa kesekî ji eşîra Heverkî bi 50 zêrî wî dîl digire û teslîmê tirkan dike. Sal 1921 e. Salekê li Enqereyê di zîndanê de dimîne û li ser nerazîbûnên mezin ên kurdan tê berdan lê cezayê mecbûrmayîna li Enqereyê lê tê birîn. Ew dîsa xwe bi dizî digihîne Kurdistanê. Bi destpêka serhildana Şêx Seîd re tevlî serhildanê dibe. Lê Atatürk bi fermaneke bilez hêj di destpêka serhildanê de wî û endamên malbata wî dide girtin. Bêî dadgeh bi 10 salan tê cezakirin. Li girtîgeha Kastamonuyê de 3 sal dimîne û bi ruşveteke mezin xwe dide berdan. Tê gotin ku ew ji Atatürk re balafirekê dikirin û li ser vê ruşveta mezin tê berdan. Hin dokûmentên fermî yên dewleta tirk jî viya sererast dikin. Atatürk bi xwe jî xelatekê artêşa esmanî dide wî û spasdariya xwe bi nivîskî pêşwazî dike. Ev dokûment hêj jî hene.

Di 29'ê adarê 1929'an de li ser pêkutî û casûsên Atatürk mecbûr dimîne direve Sûriyê. Li wir tevlî hemî karên kurdewariyê dibe. Surî di bin desthilatiya fransiyan de ye û fransî dixwazin kurdan bo berjewendiyên xwe li dijî ereban bikar bînin. Ev yeka han ji aliyê rewşenbîrên kurdan re nayê pejirandin. Fransî Ekrem Cemîl Paşa dişînin sirgûnê. Heft sal di sirgûnê de dimîne. Li gundê Talîkê erdê ku kirîbû şên û abad dike. Traktor û makineyên çandiniyê bikar tîne û raveyî kurdan dike. Zarokên kurdan fêrî xwandin û nivîsandinê dike. Li ser daxwaza tirkan dewleta sûrî dest dide ser erd û dewlemendiyên wî.

Ew êdî xizan û nexweş dikeve. Li Şamê di rewşeke kambax de jiyana xwe jidest dide.

Pirtûkên wî[biguherîne]

  • Dîroka Kurdistanê bi kurtebirî - 1
  • Rêzimana Kurdî

Çavkanî[biguherîne]