Elî Şerîetî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Elî Şerîetî
Dr Ali Shariati.jpg
Elî Şerîetî
Roja jidayikbûnê 1933
Îran
Roja mirinê 1977
Îngilistan
Eslê xwe Faris
Dîn Îslam
Destûrname Felsefeya Îslamê
Pîşe Fîlozof, Nivîskar û Sosyolog

Elî Şerîetî (bi farsîعلی شريعتی‎}, Ali Shariati) (zayîn 1933 li nêzî Meşhed (Iran); mirin 19'ê pûşperê 1977an li Îngilistan), entelektuel fîlozof û sosyologekê misilmanê farisê bû.

Jiyan[biguherîne]

Elî Şerîetî li malbateka ku dijbera modern kirina Şahê Îranê, yê ko ji fikrên Mustafa Kemal Atatürk bandor ditî, derdikeve hatibû dinê. Ew di 1953an de wextê ko Mihemed Misadeq bi destên CIA ji erka xwe tê dûr xistin ew teva Tevgera Berxwedana Netewî dibe. Şerîetî dest bi perwerdebûna xwe li Meşadê pêdike û heta ko dîploma xweya bo dereceya bakêlor(Îng. Bachelor) li ser pedagojî bigire li wir dewam dike. Di sala 1955an de ku ji zanîngehê destûryar dibe şunda jî dewama beşdariya hareketên dijber dibe. Wê sebebê ew di 1957an de bi 16 hevalên xweyên dinên endama Tevgera Berxwedana Netewî ve tê derdest kirin.

Ew di pê re bi bûrsekê qezenc dike re dihere Parîsê û li wir li Sorbonne li ser sosyolojî û dîroka îslamê penç salan perwerdiyê xwe dewam dike û bi hilgirtinê dereceya doktorê re 1964an ji wir destûryar dibe. Li wir ew teva gengeşiyên ser Karl Marx û Sigmund Freud, Henri Bergson, Jean-Paul Sartre û Camus, Kolonîzmê û emperyalîzmê, dema Şoreşa Cezayêrê, dibe. Fikrên wiyên ko wî di nivîsên xwe de dinivisandinî bandorekê mezin li ser ronakbîrên Îran ber dide. Wî di ramanên xwe de ji Mihemed Îqbal û Celaleddîn Rûmî bandorekê mezin didîtîbû.

Ew di 1964an de vedigere Îranê, lê kênge ew vedigere wir di cî de tê derdest kirin û pê wextekê re tê ber dan. Ew pê derketina xwey ji hepsê re li Zanîngeha Meşadê dest bi ders danê dike. Ew dersên ko wî didan navbera telebayan de bandorekê mezin ber dide û nav wan de bû gelek navdar bûbû. Pê ew dihere Tehranê û li wir dewama ders danê, li Hiseynî Îrşadê, dike jî ew navdariyê xwe hîn zêde dibe. Pişt vê popularîtêyê ew ji hêla SAVAK tê bin çavkirin. Ew û telebayên xwe gelek çaran hat derdest kirin. Ew di 1974an de jî bo 18 mehan hat tecrîd kirin. Wextê ko ew di 20'ê adarê 1975an tê ber dan, ders dan, civîn, weşandin bo wî tê qedexe kirin. Dîsa SAVAKê dikir her herekat û kirinên wî binçav bike. Elî Şerîatî bo van mercan bêzar dibe û ji Îranê der dikeve, dihere Îngîltereyê. Ji pê heftekê çûna wiya ÎngÎlterêyê re ew li bajare Southampton tê kuştin. Her çiqas kuştina wî rind zelal nebûbû jî ew tê qebûl kirin ko ji hêla Savak, rexistina Şah Riza yê bi dizî, hatibû kuştin.

Berhemên wî[biguherîne]

Wî bi nivîs, konferans û fikrên xwe bandoreke mezin li ser tevgera Îranêyê dijbera Şah kiribû. Lê fikrên wî, paşpêkî Xomênî yên guherînên polîtîk, li ser guherînên sosyal an go civakî bilind dibûn. Ango Şerîatî şoreşeke civakî armanc dikir û diparast, Xomênî şoreşeka polîtîk diparast. Wî li ser civaknasiya îslamê gelek berhem pêk anîbûn. Li wan hin wiha ne;

  • Hec (bi farsîحج )
  • Marxism and Other Western Fallacies : An Islamic Critique (Marksîzm û gengeşiyên dinên rojava: Krîtikekê Îslamî )
  • Where Shall We Begin? (bi farsîچه باید کرد؟ ) (Divê ku em li ku destpêbikin)[1]
  • (bi farsîعلی ) Elî
  • A Manifestation of Self-Reconstruction and Reformation(Manîfestoyek bo xwe-ava kirin û reformasyon)
  • Expectations from the Muslim Woman (Bendewriyan ji jinê misliman)
  • (bi farsîفاطمه فاطمه‌است ) (Fatime Fatime ye)

Girêdanên Derve[biguherîne]