Elî Berdeşanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Elî Berdeşanî
Jidayikbûn1771 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Elî Berdeşanî di sala 1771'an de li gundê Berdeşanê ku nêzikê Pîşderê ye hate dinê. Ji zarokatiya xwe de dest bi perwerdehiya dînî kir û di gelek medreseyan de perwerde bû. Xwendin û perwerdehiya xwe li Silêmaniyeyê xilas kir. Ew helbestvanekî kurd bû.

Elî Berdeşanî ji 18 saliya xwe pê de li Qesra Babanê jiyana xwe dewam kiriye û ketiye bin hîmayê Osman Paşa yê Mîrê Babanê. Di nav gel de dihate bawerkirin ku Elî Berdeşanî bi cînan re diaxive û zimanê wan dizane. Di sala 1813an de li Silêmanîyê çû ser dilovaniya xwe. [1]

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Dîwanî Elî Berdeşanî (Helbest, Silêmaniye, 2006; ji aliyê Zîyad Muhemed Emîn ve hatiye amadekirin.)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Sağniç, “Elî Berdeşanî” r. 234