Elî Hesen Ebdelmecîd et-Tikrîtî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Elî Hesen Ebdelmecîd di dadgehê de (2004)

Elî Hesen Ebdelmecîd et-Tikrîtî (bi erebî: علي حسن عبد المجيد التكريتي‎, ʿAlī Ḥasan ʿAbd al-Majīd al-Tikrītī) (* 1941 - 2010) general û peşervanekî îraqî bû. Ew pismamê Sedam bû û yek ji xwînvexwarên Komkujiya Helebceyê bû û wek Eliyê Kîmyawî tê zanîn. Ew di gelawêjê 2003an de keta bin destên artêşa Amerîka.

Wî di navbera 1987an û 1989an de li Kurdistana başûr kargerî kirî bû. Di dema wî de di 16'ê adarê 1988an de Komkujiya Helebceyê hate kirin û bi çekên kîmyawî ser 10 hezaran kurdan jîyana xwe ji dest da.

Ew dîsa yek ji berpirsiyarên qir kirina Şîyanê, di serîhildana li Besra, ji pê Şerê Kendavê yê duyem re, bû.

Ew navbera 1991an û 1995an de li kardariyê wezareta karûbarên hundur û wezerata parêzvaniyê de bû. Lê pê li hev nehatineke bi Uday Huseyn, lawê Sedam, re ew ji kardariyê hate ezl kirin.

Di rojê 21'ê pûşperê mehkemek got ku Elî Hesen Ebdelmecîd kê were kuştin bi rêyê darxistinê.[1][2]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Eliyê Kîmyawî yê Îraqê êkê were darxistin ji Rachel Martin, NPR
  2. Eliyê Kîmyawî êkê were darxistin ji ber ku kuştina Kurdan ji Associated Press. 21'ê pûşperê 2007