Elî Latîf

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Elî Latîf
Jidayikbûn1 tîrmeh 1944 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin18 tîrmeh 2009 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Darmstadt, Almanya
EsilKurd
HevwelatîAlmanya
PerwerdeZanîngeha Bexdayê
PîşeWênesaz û werzîşkarekî
Salên çalak1968 - 2009
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Elî Latîf (jdb. 1ê tîrmeha 1944an li Silêmanî, Başûrê Kurdistanê; m. 18ê tîrmeha 2009an li Darmstadt, Almanya) wênesaz û werzîşkarekî navdar ê kurd bû.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di pênc saliya xwe de dest bi wênesaziyê dike. Gelek pêşangehên wê li muzeya Bexda, Silêmanî hatine lidarxistin. Herwiha li Japon, Fransa, Almanya, Tirkiye, Romanya. Îtalya, Poland, Holand, Kanadayê jî pêşangeh lidarxistiye.

Li Îraqê radîkalên îslamîstan gef lê dixwarine. Herwiha ji aliyê sazûmaniya Beasiyan ve pêkutî lêdihatine kirin. Ew mecbûr maye, derkeve Ewropayê û sala 1994ê li Almanyayê dibe penaber.

Hin ji pêşangehên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1983 Muzeya Silêmaniyê
  • 1987 Muzeya neteweyî ya hunera nûjen a Bexdayê
  • 1992 Muzeya Silêmaniyê
  • 1995 Dibistana bilind a teknîkî, Darmstadt
  • 2000 Şanoya dewletê ya Darmstadt
  • 2002 "Darmstadt - Die Stadt - Die Kunst - Die Menschen", Pro Regio Galerie, Darmstadt

Malper[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]