Elcizîrî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji El-Cizîrî hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Elcizîrî
Navê rastî Bedîuzeman Ebûlizê kurê Îsmaîlê kurê Rezazê Cizîrî

أَبُو اَلْعِزِ بْنُ إسْماعِيلِ بْنُ الرِّزاز الجزري

Bernavk El Cizîrîyê Kurdî,

Bedîuzeman

Roja jidayikbûnê 1153
Şirnex / Cizîr

Bakûrê Kurdistanê

Roja mirinê 1206 an jî 1233
Şirnex / Cizîr

Bakûrê Kurdistanê

Hemwelatî  Kurdistan
Eslê xwe Kurd
Dîn Îslam
Destûrname Serdema Zêrîna Îslamê
Pîşe Dahêner, Matematîkzan, Stêrnas, Endazyar û Fîzîknas

Elcizîrî an Ebûlizê Cizîrî an jî Bedîuzeman Ebûlizê kurê Îsmaîlê kurê Rezazê Cizîrî (bi erebî: أَبُو اَلْعِزِ بْنُ إسْماعِيلِ بْنُ الرِّزاز الجزري, Badī' uz-Zamān Abū al-'Iz ibn Ismā'īl ibn al-Razāz al-Jazarī) (1153-1206? 1233?) dahêner, matematîkzan, stêrnas, endazyar, fîzîknas û alimekî misilmanê bi eslê xwe Kurd[1][2][3]

Ew qewî ji bo kitêba xwe ya bi navê El-Kîtab fî Meirîfet el-Hîyel el-Hendesîye ango Kitêba liser Zanîna Hîleyên Endazyaranî navdar e. Wî ew kitêb di sala 1206'an de nivîsiye û di wê de, digel nîgaran, behsa çêkirina 50 amûrên mekanîkî dike.[4]

Jînenîgarî

Tarîxa bûn û mirina wî ne zelal e, lê bi guman, di navbera salên 11361206'an de jiyaye. Ji ber ku ji Cizîrê ye, "Ebûlizê Cizîrî" li alî rojava jî bi navê erebî "al-Jazari" (ango, el-Cezerî) tê nasîn. ElCizîrî li taxa Tora Cizîrê ji dayik bûye.[5] Ew demekê li Amedê jiyaye û bi xebatên xwe yên zanistî bandoreke mezin li ser zanista robotê kiriye û bingeha zanista robot û sîbernetîkê avêtiye.

Navê wî yê rasteqîn bi kurtasî Îsmaîl e. Ew ji endazyarên dema xwe bûye ku kitêba wî gelek jî hezkirî bûye. Nîşaneke vê hezkirîbûn kitêba wî ew e ku gelek kopiyên wê (15 heb)[6] li gelek kitêbxaneyên cîhanê hene.

Berhem

Wêneyek ji pirtûka Elcizîrî (Saeta kelehê)
Gora zaniyar Elcizîrî, li Cizîra Botan (Bakurê Kurdistanê) tê dîtin

Al-Jami' bayn al-Ilm wa al-'Amalî an-Nafi' fî Sinâ'at al-Hayal (wergera bi kurdî: Pirtûka ku di endezyariyê de ji feyde girtina tevgerên mekanîk, bi înglîzî: The Book of Knowledge of Ingenious Mechanical Devices) El-Kîtab fî Meirîfet el-Hîyel el-Hendesiye ango Pirtûka li ser Zanîna Hîleyên Endazyaranî. Ebu el-îzzî ev kitêb bi fermana Qere Erselanê mîrê Amedê li sala 602'ê (koçî (1026'ê zayînî) nivîsiye.

Cizîrî di kitêba xwe de behsa çêkirina 50 amûran dike ku hemî jî ji dahînanên wî bi xwe ne. Pirtûka wî ji şeş beşan pêk tê. Di beşa pêşîn de deh tarîfên cuda yên di derbarê çêkirina saetên avê de hene. Di beşa duyem de derbarê çêkirina hin firaqan deh tarîfên cuda hene. Di beşa sêyem de ji bo çêkirina misîn û amûrên destnimêjê û tasan, deh tarîfên cuda hene. Di beşa çarem de di derbarê çêkirina hewz, fiskiye û çêkirina otomatên muzîkê de deh tarîf hene. Di beşa pêncem de pênc tarîfên di derbarê amûrên ku ava çalên ne gelek kûr û agahiyên ava zêdekirina çemekî de hene. Di beşa şeşem de pênc tarîfên derbarê şiklên ku naşibin hev û agahiyên çêkirina hene. Bi kurtasî di pirtûka wî de agahiyên di derbarê saeta avê, aman û avhilavêjên xwekar û otomatîk, amûrên avdana ji robar û cokan, amûrên lêdan û jenîna xwekar û otomatîk a bilûrê de hene.[7]

Cizîrî wekî bavê robotan tê nasîn ji ber ku wî robotê herî pêşîn ji bo jenîn ango lêdana bilûrê çêkiriye.

Mînakên ji Kitêb el-Hiyel

  • Çûkên otomatîk
  • Saeta avê ya bifîl
  • Keleka seravê û sazbendên otomatîk
  • Du şêxên ku şerbetê didine hev
  • Mekanîzmaya çarderî û du şamandirayî ya otomatîk
  • Termosa du beş
  • Makîneya otomatîk a av rijandin, belavkirin û ziwakirinê
  • Mekanîzmaya kepçeyê ya çerxa avê
  • Mekanîzmaya motor-kompresor
  • Dola avê ya çerxa avê

Çavkanî

Girêdanên derve