Elbak
Ji Wîkîpediya
| Elbak
|
|
|---|---|
| Welat | Kurdistan (Bakur) |
| Dûgel | Tirkiye |
| Parêzgeh | Wan (parêzgeh) |
| Serbajar | Wan |
| Dem (UTC) | UTC+2 |
|
|
|
|
Elbak (tr: Başkale) yek ji navçeyên Wanê ye. 112 km li başûr-rojavayê Wanê dikeve. Ji Kurdistana Îranê 20 km dûr e. Rûber 2.599 km², bilindahî ji rûyê avê 2.460 m ye. Pirraniya daristanên herêmê ji aliyê hêzên ewlekarî yên KT hatina rûxandin. 63 gund û 69 mezre girêdayî Elbakê ne. Gorî hejmartinên fermî yên sala 2000´î hejmara niştecihên navendê 14.114 û bi giştî jî 55.563 ye. Aboriya navçeyê pirranî li ser xwedîkirina ajalan e. Li herêmê ji aliyê fîrmayên dewleta Tirk gelek madenên binerdî tên derxistin.

