Îsmaîlê Cizîrî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Elcizîrî hat beralîkirin)
Ebûlizê Îsmaîlê kurê Rezazê Cizîrî
Navê rastî
أَبُو اَلْعِزِ إسْماعِيلِ بْنُ الرِّزاز الجزري
Jidayikbûn1153
Şirnex / Cizîr (Li Taxa Tor)
Mirin1233
Şirnex / Cizîr
EsilKurd
BernavCizîriyê Kurdî
Bedîuzeman
Ebûlizê Cizîrî
Hevwelatî Xanedana Eyûbiyan
PîşeDahêner, Matematîknas, Endazyar û Fizîknas
SerdemSerdema zêrîn a îslamê
(Sedsala 12'an)
XebatBingeha zanista robot û sîbernetîkê avêtê
BandorkerLeonardo da Vinci, Norbert Wiener, Ande Mari Ampere, James Clerk Maxwell
DînÎslam
Dê û bav
  • Rezaz (bav)
biguhêreBelge

Îsmaîlê Cizîrî[1] an Cizîrî an jî Bedîûzeman Ebûl'îz Îsmaîlê Rezazê Cizirî (z. 1153 Şirnex, Cizîr- m. 1233 Şirnex, Cizîr) dahêner, matematîknas, endazyar û fizîknasê kurd e.[2][3][4]
Bingeha zanista robot û sîbernetîkê avêtiye.[5]

Ew qewî ji bo pirtûka xwe ya bi navê El-Kîtab fî Meirîfet el-Hiyel el-Hendesiye ango Kitêba li ser Zanîna Hiyelên Endazyaranî navdar e. Wî ew pirtûk di sala 1206'an de nivîsiye û di wê de, digel nîgaran, behsa çêkirina 50 amûrên mekanîkî dike.[6]

Jînenîgarî

Îsmaîlê Cizîrî di sala 1136'an de li Cizîrê hatiye dinyayê. Di sala 1233'an de dîsa li Cizîrê wefat dike.
Navê wî bi temamî Ebûl-Îz Îsmaîlê kurê Rezazê Cizîrî ye. Ebûl-îz bernavkekî wî ye, carna wek Ebûl-Îzê Cizîrî û Cizîriyê Kurdî jî têye nas kirin. Ji ber xebatên wî yên girîng jê re "Bedîuzeman" (Rindê Zemenê) gotine.[7] Li Rojavayê jî bi navê Al-Jazari an Ismail al-Jazari tê naskirin. Abdullah Yaşın li ser jiyana wî xebat kiriye û dibêje Cizîrê zimanê kurdî, erebî û farisî jî dizanibû.

Îsmaîlê Cizîrî li taxa Tor a Cizîrê ji dayik bûye.[8] Ew demekê li Amedê jiyaye û bi xebatên xwe yên zanistî bandoreke mezin li ser zanista robotê kiriye û bingeha zanista robot û sîbernetîkê avêtiye.[9]

Ew endazyarên dema xwe yê herî mezin bûye ku pirtûka wî gelek jî hezkirî bûye. Nîşaneke vê hezkirîbûn pirtûka wî ew e ku gelek kopiyên wê (15 heb)[8] li gelek pirtûkxaneyên cîhanê hene.

Îsmaîlê Cizîrî perwerdeya xwe ya destpêkê di medreseyên kurdî de qedand. Li van medreseyan bêhtir li ser fizîk û sîbernetîkê sekinî û heta roja me jî gelek îcadên ku hê ne hatine dîtin keşif kirin û di dema xwe de xistin xizmeta mirovahiyê.[10]

Berhem

Wêneyek ji pirtûka Cizîrî (Demjimêra kelehê)
Gora zaniyar Elcizîrî, li Cizîra Botan (Bakurê Kurdistanê) tê dîtin

Al-Jami' bayn al-Ilm wa al-'Amalî an-Nafi' fî Sinâ'at al-Hayal (wergera bi kurdî: Pirtûka ku di endezyariyê de ji feyde girtina tevgerên mekanîk, bi înglîzî: The Book of Knowledge of Ingenious Mechanical Devices) "El-Kîtab fî Mei lorîfet el-Hîyel el-Hendesiye" ango "Pirtûka li ser Zanîna Hîleyên Endazyaranî". Îsmaîlê Cizîrî ev pirtûk bi fermana Qere Erselanê mîrê Amedê li sala 602'ê (koçî (1206'ê zayînî) nivîsiye.[11]

Cizîrî di pirtûka xwe de behsa çêkirina 50 amûran dike ku hemî jî ji dahînanên wî bi xwe ne. Pirtûka wî ji şeş beşan pêk tê.
Di beşa pêşîn de deh tarîfên cuda yên di derbarê çêkirina saetên avê de hene.
Di beşa duyem de derbarê çêkirina hin firaqan deh tarîfên cuda hene.
Di beşa sêyem de ji bo çêkirina misîn û amûrên destnimêjê û tasan, deh tarîfên cuda hene.
Di beşa çarem de di derbarê çêkirina hewz, fiskiye û çêkirina otomatên muzîkê de deh tarîf hene.
Di beşa pêncem de pênc tarîfên di derbarê amûrên ku ava çalên ne gelek kûr û agahiyên ava zêdekirina çemekî de hene.
Di beşa şeşem de pênc tarîfên derbarê şiklên ku naşibin hev û agahiyên çêkirina hene. Bi kurtasî di pirtûka wî de agahiyên di derbarê saeta avê, aman û avhilavêjên xwekar û otomatîk, amûrên avdana ji robar û cokan, amûrên lêdan û jenîna xwekar û otomatîk a bilûrê de hene.[12]

Cizîrî wekî bavê robotan tê nasîn ji ber ku wî robotê herî pêşîn ji bo jenîn ango lêdana bilûrê çêkiriye.[13]

Mînakên ji Kitêb el-Hiyel

  • Çûkên otomatîk
  • Saeta avê ya bifîl
  • Keleka seravê û sazbendên otomatîk
  • Du şêxên ku şerbetê didine hev
  • Mekanîzmaya çarderî û du şamandirayî ya otomatîk
  • Termosa du beş
  • Makîneya otomatîk a av rijandin, belavkirin û ziwakirinê
  • Mekanîzmaya kepçeyê ya çerxa avê
  • Mekanîzmaya motor-kompresor
  • Dola avê ya çerxa avê

Prof. Dr. Donald Hill (1922-1992), Endazyarê Mekanîk û rojhilatnasê Îngilîsî ku di sala 1974 zayînî da şahesera zanistiya cîhanê wergerandiye ser Îngilîsiyê, li ser şahberhema Îsmaîlê Cizîrî wiha gotiye:

Çavkanî

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 6 tîrmeh 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 kanûna paşîn 2016{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ Ebul İz İsmail el-Rezzaz el-Cezîrî el-Kurdî[girêdan daimî miriye]
  3. ^ http://ku.haberler.com/pesengeha-siltanen-zaniste-402783/
  4. ^ Nevîn Güngür Reşan, Navdarên Kurd r. 24, Doz Yayınları (Weşanên Doz) ISBN 978-9944-227-30-8
  5. ^ https://renasxendeki.wordpress.com/tag/ismail-ebulizin-hayati/
  6. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 27 çiriya paşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 adar 2022.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  7. ^ http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nivis&id=8875[girêdan daimî miriye]
  8. ^ a b Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 31 gulan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 24 îlon 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  9. ^ Adam Hart-Davis, Engineers, r. 53
  10. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 13 kanûna pêşîn 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 îlon 2016{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  11. ^ Al-Jazari, Ibn al-Razzaz, The Book of Knowledge of Ingenious Mechanical Devices. Donald R. Hill, trans. Dordrecht: D. Reidel, 1974.
  12. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 4 sibat 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  13. ^ http://kurd-tarihi.blogspot.fr/2009/10/kurd-mucit-ismail-ebul-iz-bin-rezzaz-el.html?m=1

http://www.alshindagah.com/marapr2005/jaziri.html (en)

Girêdanên derve