Elif Şafak

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Elif Şafak li sala 1971ê li Strasbûrga Fransayê hatîye dinyayê. Nivîskareke bi koka xwe ji Tirkiyê e ko bi Inglîzî, Tirkî û Frensî dinivîsit.

Daybabên wê dîplomatên dewleta tirkan li Fransayê bûn. Piştî daybabên wê ji veh cida bûn, ew bi dayîka xwe ra li Fransayê ma. Dema sinêleyî (nûcuwanî) a xwe li welatên mîna Spanyayê û Ordonê derbazkirin. Piştra vegeriya Tirkiyê û xwendina xwe di warê pêvendiyên navneteweyî li Zanîngeha Teknîkî a Rojhilata Navîn li Ankarayê dawî kir. Xwediya bawernameya Mastera Zanistan di ware Lêkolînên Jinan û Guhnêlê e. Navnîşanê têza mastera wê Jiberhevhilweşandina Jinîniyê li goreyî Têgehiştinên Dewranî yên Derwêşî a Nekevneşopî di Îslamê da bû. Wê Diktora a xwe li pişka Zanistên Sîyasî her li heman Zanîngehê wergirt.

Li sala xwendinê ya 2003-2004ê, Şefek zanistvaneka serdanker li Zanîngeha Mişîganê li Emrîkayê bû. Ev zanistvana civakzanistî niha li Pişka Xwîndinên Rojhilata Nêzîka Zanîngeha Arîzonayê Seydaya Arîkar (Assistant Professor e.

Destpêka karê Elîfê di edebyatê da çîrokek bi navê Kem Gozlere Anadolu li sala 1994ê bû. Romana wê ya pêşîn, Pinhan (Sofî) li sala 1998ê xelatê "Mewlanaî wergirt, ko ji baştirîn karên edebî yên Îrfani ra dihêt dan. Xwendayên nivîsînên wê bi romana Şehrin Aynalari (Neynikên Bajêrî) gelek zêde bûn. EV roman bû sedema hindê ko li sala 2000ê xelatê "Yekîtiya Nivîskarên Tirkîyê" werbigirit. Elîfê berî jiyê 30 saliyê hemî xelatên edebiyên giringên Tirkiyê wergirtin û digel Orhan Pamukîgehişt kopîtka edebyata hevçerxa Tirkiyê.

Elîfê du roman bi Inglîzî jî nivîsîne. Ji ber amajekirina bi Tuxmkujî (cînosayd) a Ermeniyan di romana xwe ya Inglîzî a duyê da, The Bastard of Istanbul (Bijjiyê Stenbolê), li 27ê Xêveya (Hizîrana) 2006ê, li goreyê Benda 301ê ji Qanûna Cînayî a Tirkan Elîf li Tirkiyê bi tawana "Brîndarkirina Tirkîtîyê" hat tawanbarkirin. Li goreyê wê dozgeriyê, reng e Elîf sê salan bihêt zîndanîkirin. Paçvekerê (wergêrê) romanê bo ser zimanê Tirkî û weşanxane ya wê jî bi heman tawanê hatine tawanbarkirin.

Li sala 2005ê, li heyama sefereka belavkirina kitêbekê li Berlîna paytextê Elmanyayê Elîf bi rojnamevanê Tirk Eyûb Can ra zewicî. Li roja 15ê Îlûna 2006ê kîja (keça) wan, Şehrezad Zelka hat ser dinyayê.

Girêdanên derve [biguherîne]