Emîndarê Giştî yê NATOyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Emîndarê Giştî yê NATOyê dîplomatek navneteweyî ye ko wekî berpirsê mezin yê Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê anko NATOyê erkê xwe bicih tînê. Ew rêkxerê karûbarên wê rêkxistiyê û karên hevalbendên nav rêkxistiyê ye. Ew herwisa serokê Civata Etlesiya Bakur û peyvdarê serekî yê NATO'ê ye.

Niha wezîrê derve yê berê yê Holandayê, Jaap de Hoop Scheffer, li ser vî mensebî ye. Birryar e ko li roja 1ê Tebaxa 2009ê Anders Fogh Rasmussen, serokwezîrê berê yê Danîmarkayê cihê wî bigrê.