Emer Keya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Emer Keya an jî Hecî Emer (1793-1913) kurdê temendirêj û bavê gundê Çawuşelîkeya ye. Emer di sala 1793yan de li gundê bi navê Kerxa Zirka tê dinyayê. Ew hê yek salî ye bavê wî dimire. Diya wî ji gund bar dike diçe gundê Çawuşelîkeya bi cih dibe. Li wê derê bi Hecî Hesen re dizewice.

Emer li Çawuşelîkeya mezin dibe û dizewice. Yek keç yek jî law du zarokên wî çê dibin. Her du zarokên wî mezin dibin û dizewicin lê ji ber nexweşîna kolerayê (1854-1855) her du jî dimirin.

Emer di 32 saliya xwe de dema ku dewlet erdan derdixe firotanê, ew jî li Çawuşelîkeyan sê hezar donim erd ji dewletê distîne.

Ji ber ku warê wî kor bûye û kes jê nemaye, birayê wî yê şîr û dost û hevalên wî bi ber dikevin û dixwazin ku wî ji nû ve bizewicînin.

Hecî Emer dibe 80 salî ji gundê Zozincê xwişka Hecî Weysî jê re dixwazin û tînin. Ji vê zewacê yek keç û 3 law 4 zarok jê re çê dibin. Evdal Keya, Mahmûd Keya, Adem Keya û Emîne Xatûn jê re çê dibin.

Hecî Emer di temenê xwe yê 130yî de diçe ser dilovaniya xwe[çavkanî hewce ye].

Gundê Çawuşelîkeya ji Emer Keya ne. Di sala 1983yan de di derveyê erdê Emer Keya de yê mîran jî ji aliyê neviyên Emer Keya ve tê standin.