Emil Kraepelin

Ji Wîkîpediya

Emil Kraepelin

Emil Kraepelin 15ê Reşemeha 1856ê- 7ê Çirya Pêşîn 1926. Yek ji psîkiyatrîstên navdar e ko li Neustrelitzê li Elmanyayê ji dayîk bûye û li Münchenê mirîye. Ji layê gelek kesan ve, mîna H. J. Eysenckî di berhema wî ya bi navê Encyclopedia of Psychology da, wekî hîmdanerê psîkatriya zanistî, dermanzanista psîkatrîk û genetîka psîkatrîk dihêt pesinandin. Kraepelinî hizirand ko sedema hemî nesaxîyên psîkatrîk hokarên biyolocîk û genetîk in. Ramanên wî jordestîya xwe li tevaya sedsala 20ê li ser psîkatriye da parast. Bervajî wî Sigmund Freudî hizir dikir ko nesaxîyên psîkatrîk ji ber sedemên psîkolocîk peyda dibin.

Li 1886ê, tenê piştî 8 salên rahînanê, ew li Zanîngeha Tartuyê (hingî Dorpat) li Estoniyaya niha bû profesor û bû rêveberê dermangeheka (klînîkeka) 80 textî. Li wêderê ew şiya gelek serhatên nesaxan bi hûrî û kûrî tomar bikit û bixwînit û "têderbiînit ka giringîya rewşa nesaxîyê li goreyî polandin an sinfandina nesaxîyê çend e." Deh salan piştra, wî ragehand ko rêyeka nû ji bo nihêrîna li nesaxîyên revanî vedîtîye. Wî ji nihêrîna kevneşopî ra digot "berjengkî" anko "semptomatîk" û ji rêya xwe ya nû ra digot "balgehîn" anko "klînîkal". Ev bû rêbaza wî ji bo şirovekirina sinfandina bi sedan nesaxîyên revanî yên ko heta sedsala 19ê hatbûn niyasîn. Wî nesaxî li goreyî sinfandina paternên berjengan anko semptoman vebeşîn, ne li goreyî wekhevîya berjengên serekî, ko berî wî dihat kirin. Dirist hema jiber wan astengan bû ko Kraepelinî şêwazê xwe jibo veniyasîna nesaxîyên revanî pêşkêş kir.

Ji ber sinfandina nesaxîyeka ko bi awayê yek nesaxî wekî psîkoz dihat niyasîn pesnên Kraepelinî dihên dan. Wî ev nesaxî dabêşî du nesaxiyan kir:

Li ser bingehê lêkonînên wî yên dirêjdem, û li goreyî saloxetên rewşan, encam û verêja taliya (anko prognoza) nesaxiyan, wî çemk anko konsepta dementia praecoxê pêk anî. Li goreyî wî şîzofrenî "werara nepirr kurt dema rewşeka nemazeyî ya kêmbûna hêza revanî ye ko li jîyekê kêm dest pêdikit."

Wî li ser patologiya mêjî xebat kirine û cara yekemîn balê kişandiye ser bandorên patologiya li ser kesayetî û nexweşiyên psîkiyatrîk. Wî cara yekemîn pirsgirêkên tevgerê binav û kom kiriye. Ji cureyên din ên zanîstiyê sûdwergirtiye û nexweşiyên kesayetiyê jî wekî yên organîk dîtiye.