Emily Brontë

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Emily Brontë; Wêne birayê wê Branwell çêkiriye

Emily Jane Brontë (* 30'ê tîrmehê 1818 li Thornton, Yorkshire; † 19'ê berfanbarê 1848 li Haworth, Yorkshire) yek ji nivîskarên navdar ên Brîtanî ye.

Ew pirranî bi romana xwe ya navdar Wuthering Heights (bilindahiya bablîsokê) tê nasîn. Nivîskara zîrek û serkeftî di temenekê ciwan de ji ber nexweşiya tûberkûlozê jiyana xwe jidestdide.